Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da

Şêniyên kantona Qamişlo destnîşan kirin ku Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Rûsyayê berpirsên sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker in. Şêniyan girêdana xwe ya bi xaka xwe ve piştgiriya bi QSDʹê re anîn ziman.

Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
Şêniyên Qamişlo li hemberî êrişên qirkirinê peyama berxwdanê da
22 mijdar, 2022   13:17
QAMIŞLO

Li bajar û navçeyên kantona Qamişlo çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî dewam dikin.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ji Qada Şengalê  heta baregeha Rûsya ya li bakurê navçeyê meşiyan. Şêniyên pankartên bi nivîsên "Bijî berxwedana gelan", "Serekftin para me ye", "Em dagirkerî û bêdengiya navneteweyî şermezar dikin",  "Na ji dagirker û şer re" û "Nebin şirîkên qetilkirina me û dagirkirina xaka me" hatin vekirin.

Meş li ber baregeha Rûsyayê veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtinê endamê Însiyatîfa Gel a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser gelê me Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û rojnamevanan jî dike hedef. Armanca wê ew e ku ewlehiya herêmê û projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe."

Zîwer Elî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan wê bi ser bikeve û got: "Çawa hêzên mê yên leşkerî û gelê me çete têk birin wê planên dagirkeriyê yên qirêj ên dewleta Tirk jî têk bibin û dê şoreşa azadiyê ya bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan bi ser bikeve."

Bi navê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) endamê Partiya Kesk a Demokratîk Mihemed Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe armanc dike ku gelan qir bike û Lozana duyemîn saz bike.

Hiso bal kişand ser derbeyên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwe  û berxwdana gerîlayan û wiha got: "Dewleta Tirk hincetan diafirîne da ku êrişên qirkirinê li ser gelan pêk bîne û tevgera azadiyê têk bibe."

Mihemed Hiso destnîşan kir ku Rûsya, DYA û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên sûcên dewleta Tirk a dagirker e û diyar kir ku êrişên dawî bi erêkirina van dewletan têne kirin.

Mihemed Hiso bi navê PYNKʹê banga hevgirtina bi hêzên leşkerî  re li gelê herêmê kir.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo jî Meclisa Ciwanên Kurd daxuyanî da. Daxuyanî li ber Parka Giştî ji aliyê endamê rêveber ê Meclisa Ciwanên Kurd Rodî Riyad Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Divê gelê me  û ciwanên Kurdistanê li derdora hêzên xwe û destkeftiyên xwe kom bibin. Em teqez dikin ku em ê heta dawiyê Kurdistanê biparêzin.ʹʹ

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê daxuyanî da. Endamê federasyonê Ridwan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemwextî civînên Astanayê têne kirin, bi erêkirina Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞʹê, di serî de DYAʹyê. Her wiha hate gotin ku ev hêz bi bêdengiya xwe dibin hevkarên rejîma faşîst a Tirk.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komkujiya ku  dewleta Tirk a li Dêrikê pêk aniye û hedefkirina zarokan li Qamişlo, Til Rifet, Kobanê û Til Temirê bi çekên herî pêşketî yên NATOʹyê têne kirin, heman demê bi çekên wan ên kîmyewî êrişê gerîlayan têne kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev hemû dide îsbatkirin ku dewleta Tirk dewleteke sûcdar û teror e."

Federasyona Gaziyan got, Koalîsyona Navneteweyî, NY û Rûsyayê berpirsên sûcên rejîma Tirk e û hişyariya xetereya van êrişan da ku dibe çeteyên DAIŞʹê ji nû ve bi rêxistin bike.

Federasyona Gaziyan diyar kir ku ew amade ne li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin QSDʹê û got: "Xeta şerê gel ê şoreşgerê dê terora dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û tevahî komên terorîst têk bibe."

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û meclisa navçeyê meşek hat lidarxistin. Bi sedan şênî tev li meşê bûn.

Meş li kolanên navçeyê geriya û bê navber dirûşmên "Em dagirkeriyê têk bibin û nirxên şoreşa xwe biparêzin"  hatin berzkirin.

Li Qada Şehîdan deqeyeke rêz hat girtin, piştre endama Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Yemama El Mehmûd axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Ev êriş îrade û isra me ya berxwedanê lawaz nake."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Ebdulrezaq Salim banga hevgirtinê gelê herêmê kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

ANHA