​​​​​​​Komîteya Belgekirina Binpêkirinan ji NY’ê pirsî: Haya we ji êrîşan heye? HAT NUKIRIN

Komîteya Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe peymanên NY’ê hincet nîşan dide, lewma eger êrîş bi agahdariya NY’ê pêk hatibe, NY jî hevkar e. Federasyona Gaziyan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê êrîş şermezar kirin. 

​​​​​​​Komîteya Belgekirina Binpêkirinan ji NY’ê pirsî: Haya we ji êrîşan heye? HAT NUKIRIN
21 mijdar, 2022   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Federasyona Gaziyan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê têkildarî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyên nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Gaziyan a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de, sersaxî ji malbatên şehîdan hat xwestin û hat gotin ku dê tola şehîdan li erdê nemîne. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna li ser vê xakê tê meşandin têkoşîna rûmetê ye û wiha hat domandin: “Me wek gaziyên şerê Rojava berdela herî giran ji bo azadiyê daye. Em niha jî hazirin ku ji bo azadîyê vî gelî û parastina welatê xwe parçe ji canê xwe bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan, raya giştî ya cîhanê, gelên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen, hemû bawermend, rewşenbîr û tevgerên demokratîk hat kirin ku li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin.

Komîteya Belgekirina Binpêkirinan: NY jî berpirsyar e

Komîteya Belgekirina Binpêkirinan a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin sîwaneya Yekîtiya Parêzerên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de karê xwe dimeşîne, jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser xala 51’an a peymana Neteweyên Yekbûyî (NY).

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker vê xalê ji bo rewabûna êrîşên xwe bikar tîne û wiha hat gotin: “Ev êrişên dewleta Tirk ne tenê hedef girtina herêmên Rêveberîyê Xweser a Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê ne, di heman demê de li dijî hemû qanûn û peymanên navnetewî ye jî. Li gorî xala 51’an eger yek ji endamên NY’yê rastî êrişekî çekdarî bê, heta ku Konseya Ewlekarîyê ji bo parastina ewlekarî û aşitîya navnetewî tedbîrên pêwist bistîne, ew endam dikare parastina rewa ya hevbeş an jî şexsî bike. Li ji herêmên ku dewleta Tirk êrîş kirine tu êrîşek dijî wan çênebûye. Li holê tu êrîşek dijî dewlet Tirk nîn e. Dewleta Tirk bal dikişîne li ser teqîna Stenbolê û dibêje tol stendiye. Lê tu îspat û delîlekî ku wê teqînê bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve girêbide tûne ye. Kesên wek tevanbar hatine girtin jî, dibêjin ku ji herêmên di bin serwerîya dewlata Tirk de derbas bûne.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hincetên êrîşên dewleta Tirk bêbingehin û lewma divê NY dijî xirab bikaranîna peymanan helwest nîşan bide. Her wiha bal hat kişandin ku li gorî peymanê pêwîste Konseya Ewlekariyê ya NY’ê jî bê agahdarkirin û wiha hat gotin: “Li gorî xala 51’an divê agahdarkirin hebe. Gelo di qetilkirina hemwelatîyên herêmê de Konseya Ewlekarî hayedar bû? Suca qetilkirina sivîlan de NY xwedî par e? Gerek Konseya Ewlekarîya NY’ê bersiv bide ka dewleta Tirk berîyê van êrişan Konseya Ewlekarî agahdar kiriye û ji NY îcazet girtiye yan na? Ger agahî dabe û îcazet girtibe, ji hemû windahiyên canî û madî berpirsiyar in û destê NY di xwînê hemwelatîyên herêmê de heye. Eger agahî nebe, wê demê divê NY daxuyanî bide. Em ji êrîş û dagirkeriyên 6 salan ên dewleta Tirk dizanin ku NY bi vê rolê ranabe û li ser erka xwe ya parastina ewlekarî û aşitiyê ranaweste.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû sazîyên hiqûqî, mafê mirovan û NY’ê hat kirin ku dijî êrîşan destwerdanên pêwist bikin. Dîsa bang li hiqûqnas û parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriye û herêmê hat kirin ku têkoşîna hiqûqî li dijî binpêkirinên dewleta Tirk bimeşînin û bi Komîteya Binpêkirina Mafan re bikevin pêwendiyê. Bang li rayedarên hikûmeta Şamê jî hat kirin ku giredayî peymanên NY’yê bikevin tevgerê û li kelêka gelên herêmê bisekinin, di qada dîplomatîk, siyasî û hiqûqî de helwestên hewce nîşan bidin.