Li Rojava rojnamevanên li pey ên beriya xwe û li ser şopa heqîqetê

Hin hevalên me di êrişên çeteyan de, hin jî di komkujiyên dewleta Tirk de şehîd bûn. Armanceke wan hebû; rastiya şoreşa Rojava û êrişan ragihînin tevahiya cîhanê. Xebatkarên çapemeniya azad şahidiya şoreşê kir, li ser vê rêyê şehîd bûn û li ser rêya cangoriyan mîrateyeke mezin çêkir.

Li Rojava rojnamevanên li pey ên beriya xwe û li ser şopa heqîqetê
21 mijdar, 2022   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanên ku bûne dengê şoreşa Rojava, li dijî êriş û gefan got "Rastî dê di tariyê de nemîne" û her yek bû parçeyekî kevneşopa çapemeniya azad.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 rojnamevan ji bo ragihandina rastiyê şehîd bûn. Navên rojnamevanên şehîd bûne, wiha ne:

* Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê Aram Mihemed Ebdullah (Aram Can) di 2'yê Hezîrana 2016'an de li navçeya Ebû Qelqel dema pêngava rizgarkirina Minbicê dişopand, şehîd bû.

 * Nûçegihanê Ronahî TV’yê û endamê Yektiya Ragihandina Azad Mustefa Mihemed Şukrî di 13'ê Tîrmeha 2016'an de dema pêngava rizgarkirina Minbicê dişopand, birîndar bû û di 18'ê Tîrmehê de li Qamişloyê di nexweşxaneyê de şehîd bû.

* Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê Salih Seydo (Rûstem Çîlo) 11'ê Mijdara 2016'an di dema topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Şehbayê de şehîd bû.

* Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Ehmed Sedo (Mezlûm Bagok) 28'ê Îlona 2014'an di dema vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de şehîd bû.

* Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Keder Xelef (Rêwan Zagros) di 21'ê Kanûna 2014'an de li gundê Filistînê yê navçeya Cezaayê şehîd bû.

* Endama Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê Meryem Mihemed (Agirî Yilmaz) 13'ê Nîsana 2015'an li gundê Xanmamedê ku operasyonên rizgarkirina gundên Kobanê dişopand, şehîd bû.

* Endama Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê Ahîn Fayiq (Arîn Kobanê) di 31’ê Çileya 2016'an de li herêma Holê ya Hesekê di encama teqîna mayinekê de şehîd bû.

* Xebatakara navendên ragihandinê yên YPG û YPJ'ê Ronahî Umer (Eylûl Nûhilat) di 20’ê Mijdara 2016'an de di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Şehbayê de şehîd bû.

* Ji damezirînerên Navenda Ragihandinê ya YPG'ê Xerîb Reşo (Xerîb Welat), 20'ê Nîsana 2017'an di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû.

* Rîm Xişman (Şîlan Botan) ku di navendên ragihandinê yên YPG û YPJ'ê de kar dikir, di 25'ê Nîsana 2017'an de di dema êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser çiyayê Qereçox ê herêma Dêrikê de şehîd bû.

* Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Ehmed Hesen Hemo (Rîwan Kinco) di 25’ê Nîsana 2017'an de di êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser çiyayê Qereçoxê de şehîd bû.

* Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Heqî Celal Hesen (Heqî Bagok) 25'ê Nîsana 2017'an di dema êrişa dewleta Tirk a li ser çiyayê Qereçoxê de şehîd bû.

* Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê Ocalan Ehmed (Tolhildan Welat) 22'yê Çileya 2018'an di êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê de şehîd bû.

* Mehmed Aksoy (Fîras Dag) li navçeya Elbistan a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û di temenê xwe yê biçûk de bi malbata xwe re koçî Brîtanyayê kir. Fîras di 26'ê Îlona 2017'an de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

* Endama Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê Rûhenda Efrîn li navçeya Cindêrisê ya Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

* Nûçegihana ajansa me Dilîşan Îbiş Pêngava Bagera Cizîrê li rex şervanên QSD’ê dişopand. Di 12'ê Cotmeha 2017'an de ji bo şopandina rewşa sivîlên ku ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin berê xwe da herêma Xirafî ya di navbera Hesekê û Dêrazorê de û di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên de şehîd bû.

* Rojnamevan Hogir Mihemed jî di teqînê de bi giranî birîndar bûbû û di 14’ê Cotmehê de tevî hemû mudaxeleyên bijîşkan jî şehîd bû.

* Rojnameger Rizgar Denîz ku di heman teqînê de bi giranî birîndar bûbû, di 18'ê Kanûnê de tevî hemû mudaxaleyên bijîşkan jî şehîd bû.

* Xebatkarê çapemeniya azad Mihemed Hisên Reşo ku di 13'ê Cotmeha 2019'an de li Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di komkujiya sivîlan de bi giranî birîndar bûbû, di 14'ê Cotmehê de şehîd bû.

* Di heman komkujiyê de nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed di 14'ê Cotmeha 2019'an de şehîd bû.

 * Rojnamevan Wedat Erdemcî di êrişa hewayî ya 11'ê Cotmehê ya dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê de şehîd bû.

* Di dema êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên 9'ê Cotmeha 2019'an de, endama Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê Dilovan Gever (Dîlan Olmez) li Girê Spî Şerê Rûmetê dişopand û wê demê şehîd bû.

* Herî dawî nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Îsam Ebdullah di 20'ê Mijdarê de êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin û di bombebarana li ser Dêrikê de şehîd bû.

ANHA