Rêxistineke jinan ji ber encamên êrişên Tirkiyê hişyarî da

Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehî û aştiyê ji ber encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hişyarî da û bang li dewletên Ereban kir ku li van êrişan temaşe nekin.

Rêxistineke jinan ji ber encamên êrişên Tirkiyê hişyarî da
20 mijdar, 2022   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfê di daxuyaniya ku têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daye de wiha got: “Em van êrişan û hedefgirtina sivîlan û nexweşxaneya Kobanê, depoyên genim û malên welatiyan bi tundî şermezar dikin.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan qanûnên parastina sivîlan di şeran de binpê kir û got sûcên wê dikevin asta sûcên şer.

Îsiyatîfê diyar kir ku dewleta Tirk projeya demokratîk a li herêmê li ser xwe xetere dibîne, ji ber wê êrişî herêmê kir û Ezaz, Bab, Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk serî li gelek rêbazan da, da ku hêzên navneteweyî êrişên wê erê bike û wiha pê de çû: “Lê dema ku bi ser neket, bi balafirên bêmirov êirşî herêmê kir da ku aloziya xwe ya hundirîn derxe derve û dengan di hilbijartinên bê de bi dest bixe, Yek ji wan rêbazan teqîna ku li Stenbolê çêbûye ku dewleta Tirk a dagirker yekser QSD pê tawanbar kir ji bo ku êrişên xwe yên li dijî herêmê rewa bike.”

Însiyatîfê ji ber encamên van êrişan hişyarî da û wiha domand: “Xeteriya vê dewletê li ser hemûyan e. Divê li hemberê her gefekê li dijî ewlehî û aştiya gelên herêmê bê sekinandin. Nexasim ku êriş di Roja Zarokan a Cîhanê de pêk hat mîna ku vê peyamê dide, heta ku hûn li ber xwe didin û têdikoşin dê zarokên we di nav aştiyê de nejîn.”

Însiyatîfê di dawiyê de wiha got: “Em gel û jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê piştgiriya gelê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Em bang li dewletên cîran ên Ereban û welatên cîhanê dikin ku li van êrişan temaşe nekin, helwestên xwe nîşan bidin. Her wiha em bang li rêxistinên hiqûqî yên Ewropayê û yên navneteweyî dikin ku erkên xwe bînin cih û qada hewayî ya herêmê bigirin.”