Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê: Em li rex QSD’ê ne

Şêniyên Tebqa, Reqa û rojhilatê Dêrazorê destnîşan kirin ku ew dê li rex QSD’ê di yek xendeqê de bin û herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk a qirker biparêzin.

Şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê: Em li rex QSD’ê ne
21 mijdar, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêmên Dêrik, Kobanê, Eyn Îsa, Şehba û Zirganê di 20’ê Mijdarê de ji aliyê balafirên şer ên dagirkeriya Tirk ve hatin bombebarankirin û di encamê de komkujî pêk hatin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirin û redkirina van êrişan û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daketin kolanan.

/kr/uploads/files/2022/11/20/210939_-.webp

Di xwepêşandana li Tebqayê de, welatiya bi navê Şeza El Elî ji ajansa me re wiha axivî: “Êrişên dawîn rasterast li dijî projeya netewa demokratîk a li herêmê ye. Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember van êrişan destnîşan dike ku wê ev êriş erê kiriye da ku êrişên xwe rewa bike.”

Şeza El Hisên wiha zêde kir: “Em li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî vîna me dê li rex QSD’ê bin.”

/kr/uploads/files/2022/11/20/211029_-.webp

Her wiha, welatiyê bi navê Yasir El Hilû got: “Êrişên dagirkeriya Tirk deverên ewle yên Sûriyê hedef digirin ku hewl dide şêniyan ji bajar û gundên wan koçber bike. Em bêdengiya navneteweyî û ya hikûmeta Şamê li hember van komkujiyan şermezar dikin û bang li gelê herêmê dikin ku li kêleka QSD’ê bin û li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî xaka xwe biparêzin.”

/kr/uploads/files/2022/11/20/211013_-1.webp

Girêdayî heman mijarê, welatiyê bi navê Ebdulqehar El Ehmed ê ji rojhilatê Dêrazorê wiha axivî: “Em êrişên dagirkeriya Tirk ên hovane bi tundî şermezar dikin.”

/kr/uploads/files/2022/11/20/210902_-1.webp

Welatiyê Ehmed El Xelef ê ji bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê jî got: “Em ê li kêleka QSD’ê di yek xendeqê de bin û piştgiriya projeya netewa demokratîk bikin.”

/kr/uploads/files/2022/11/20/210921_-.webp

Her wiha hevserokê Meclisa Lihevanînê ya Reqayê Şêx Ehmed El Qerace got: “Em ê ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk li rex QSD’ê di yek xendeqê de bin.”

/kr/uploads/files/2022/11/20/210956_-_1.webp

Welatiyê bi navê Salih El Bûş ê ji Reqayê wiha anî ziman: “Şêniyên Reqayê li kêleka QSD’ê ne û amade ne berdêlên herî biha ji bo parastina vê civakê bidin. Em rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku armancên xwe di herêmên me de pêk bîne.”

(mh)

ANHA