Talet Yûnis: Divê hikumeta Şamê berpirsyariyên xwe bîne cih û axa Sûriyê biparêze

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis destnîşan kir ku gelê herêmê li hember êrişên qirkirinê û dagirkirinê li ber xwe didin û bang li hikumeta Şamê kir ku berpirsyariyên xwe bîne cih û axa Sûriyê ji êrişan biparêze.

Talet Yûnis: Divê hikumeta Şamê berpirsyariyên xwe bîne cih û axa Sûriyê biparêze
21 mijdar, 2022   03:25
QAMIŞLO

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ajansa me re axivî.

Yûnis destnîşan kir ku êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ji Şehbayê bigire heta bigihêje navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo û di encamê de gelek welatî şehîd bûn di nav de nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah, berdewama siyasetên qirkirinê ye ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê pêk tîne.

Yûnis balkişand ser armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û got: “Ew dixwaze projeya me ya demokratîk li herêmê têk bibe, vîna gelê herêmê yê berxwedêr bişikîne. Ji ber wê dem demê dewleta Tirk bi hicetên nerast êrişî herêmê dike û komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk tîne.”

`EM DÊ TOLA ŞEHÎD Û GELÊ XWE HILÎNIN`

Yûnis bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişan şermezar kir û got: “Divê civata navneteweyî helwesta xwe ji van siyasetan û êrişan nîşan bide.”

Yûnis bang li şêniyên herêmê kir ku xwedê li destkeftî û rêveberiya xwe ya xweser derkevin, piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin û wiha pê de çû: “Çawa me bi hêz û vîna gelê xwe beriya niha jî li ber xwe da û rêgeza berxwedanê kir bingeha şoreşa xwe, em dê berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ser heman şopê berdewam bikin û tola şehîd û gelê xwe hilînin.”

Di dawiyê de Yûnis bang li hikumeta Şamê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bîne cih, ax û sînorên Sûriyê û gelê wê ji siyasetên dagirkirinê biparêze.

ANHA