​​​​​​​Zêdan El Asî: Heke hêzên navneteweyî helwesta xwe diyar nekin dê êriş berdewam bikin

Li gorî pêşbiniyên hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El Asî heke hêzêh navneteweyî bêdengiya xwe bidomînin dê êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam bikin.

​​​​​​​Zêdan El Asî: Heke hêzên navneteweyî helwesta xwe diyar nekin dê êriş berdewam bikin
21 mijdar, 2022   01:50
REQA-EHMED EL ESAF

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El Asî got: “Di bombebarana dawîn a dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên ser sînor ên gundewarê Helebê heta Dêrikê, balafirên şer û topavêj hatin bikaranîn. Dewleta Tirk ji mêj ve dixwest vê êrişê pêk bîne.”

El Asî wiha domand: “Ev topbaran û di vê demê de li ser hemî herêman û nuqteyên leşkerî û sivîl, dewleta Tirk jê armanc dike gelê herêmê bitirsîne, tevna civakî parçe bike, şêniyên li ser sînorên û li eniyên şer dijîn koçber bike da ku projeya xwe ya guhertina demografiyê pêk bîne.”

El Asî ev li gotinên xwe zêde kir: “Topbaran berdewam e û dê çend rojên bê berdewam bike. Dewleta Tirk li benda bertekên hêzên navneteweyî ye, heke Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya helwesteke cidî li hemberê nîşan bidin, dê van êrişên xwe rawestîne. Lê heke tu bertek li hember van êrişan çênebû, dê êrişî herêmê bi giştî bike.”

El Asî helwesta dewletên ku asîmanê herêmê kontrol dikin şermezar kir û got: “Gelo erêkirinek heye lê yan jî ev tevgerên provokatîf in ji aliyê dewleta Tirk ve? Em li benda berteka Koalîsyona Navneteweyî ne.”

El Asî bang li hêzên navneteweyî kir ku helwesteke diyar û li gorî tê xwestin li hember vê êrişa mezin li ser gundewarê Helebê û heta Dêrikê nîşan bide.

Her wiha El Asî bang li gelê û hêzên leşkerî kir ku li ber xwe bidin û wiha pê de çû: “QSD`ê şer naxwaze. Lê heke bê xwestin, QSD`ê amade ye parastina bike û li hember wan êrişan bisekine.”

Di dawiyê de Zêdan El Asî bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ber xwe bidin ji ber ku QSD`ê dê vê axê biparêze û nahêle dewleta Tirk a dagirker derbasî herêmê bibe.

ANHA