Ciwanên Helebê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê vê êvarê bi meşeke bi meşalayan piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Ciwanên Helebê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk meşiyan
20 mijdar, 2022   20:55
HELEB

Di çarçoveya çalakiyan de ku ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê daketin kolanan û li pêşiya hola civînan a li a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest bi meşê kir.

Ciwanan siloganên “Bimire îxanet”, “Bimire faşîzim”, “Bimire Erdogan”, “Bijî berxwedana gelan” berz kirin û heta herêma Cebanat a li rojhilatê taxê meşiyan.

Li wir, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê Hêva Bekir axivî.

/ar/uploads/files/2022/11/20/195450_hyfa-bkr.webp

Hêva destnîşan kir ku ew li dijî kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê rabûn û got: “Lê belê ji ber ku dewleta Tirk di wan êrişan de bi bin ket şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafiran bombebaran kir.”

Hêva diyar kir ku hedefgirtina rasterast a sivîlan nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze neçar maye rêbazên qirêj bi kar bîne.

Her wiha Hêva destnîşan kir ku divê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hesabê gavên xwe bikin ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatparêz e û dê heta dawiyê li ber xwe bide.

Di dawiya axaftina xwe de, Hêva Bekir teqezî bi domandina berxwedan û têkoşînê heta dawiyê û piştgiriya QSD’ê kir.

(mh)

ANHA