Dewleta Tirk du gundên Minbicê topbaran dike-HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker topbarana li ser gundên Minbicê berfireh kir. Nûçegihanê me ragihand ku gundên Hoşeriyê û Cat tên topbarankirin.

Dewleta Tirk du gundên Minbicê topbaran dike-HATE NÛKIRIN
20 mijdar, 2022   20:45
MINBIC

Nûçegihanê me ragihand ku gundên Hoşeriyê û Cat ên li rojhilatê Minbicê bi dijwarî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

Beriya du saetan dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Mehsenlî û Cerade yên rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Lê heta vê kêliyê agahiyên der barê ziyanên topbaranê de nehatin bidestxistin.

ANHA