Bêrîvan Xalid: Gelê me dê xeta xweparastinê hilbijêre

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê şermezar kir û wiha got: “Ji bo parastina herêmê, sazî û destkeftiyên xwe, wê gelê me xweparastin wek vebijêrkek rewa hilbijêre.”

Bêrîvan Xalid: Gelê me dê xeta xweparastinê hilbijêre
20 mijdar, 2022   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êriş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me re axivî.

Bêrîvan Xalid wiha got: “Dewleta Tirk piştî gefên berdewam, bi balafirên şer êrişî herêmên me kir. Ev êriş piştî îflasa Erdogan û derdora wî ya ji bo bidestxistina armancên xwe yên li Sûriyê tê. Her wiha piştî ku siyaseta Tirkiyê di encama kiryarên dewleta Tirk de ku tevliheviyê li Sûriyê û herêmê domandiye, êdî bi bin ket.”

Bêrîvan Xalid êriş û destwerdana deweta Tirk a li ser herêmê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku helwestên cidî û berpirsiyar li hemberî van êrişan nîşan bidin.

Bêrîvan wiha lê zêde kir: “Êrişa dewleta Tirk dê bibe sedema şerekî wêranker li ser tevahiya Sûriyê û dê bibe destpêka derfeteke nû ku teror xwe ji nû ve bi rêxistin bike û dê bibe sedema encamên giran.”

Bêrîvan her wiha got: “Bêdengiya hêzên navneteweyî li hember berdewamiya êrişên dewleta Tirk, hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re piştrast dike. Ev yek dê bandorê li şerê me yê li dijî DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî bike.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ev yek jî tekez kir: “Ji bo parastina herêmê, sazî û destkeftiyên xwe, wê gelê me vebijêrka xweparastinê wek vebijêrkeke rewa hilbijêre. Em soz didin gelê xwe ku em ê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, parastina destkeftiyên gelê xwe bidomînin û parastina wê ji her destê ku hewl dide destdirêjiyê lê bike yan jî xirab bike, bikin. Em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin heta serkeftinê li hember hêzên dagirker û terorê pêk bînin.”

(hs)

ANHA