Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Cîhan bi tevahî nikare me ji armancên me, hêvî û rêya me ya ber bi azadiyê ve dûr bixe."

Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrişan daketin qadan
20 mijdar, 2022   11:57
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê,  di nav de endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û yekitiyên wê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, endamên saziyên çandê, siyasî û ewlehiyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Meş ji Çerxerêya Sonî ya li aliyê rojhilatê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de alên TEV-DEM, PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Ocalan,  pankartên bi nivîsên "Hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dijminatiya hemû gelan e", "Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkerî û îxanetê têk bibin" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin hildan. Her wiha dirûşmên "Gerîla vîna me ye", "Bijî berxwedana rêber Ocalan", "Na ji bêdengiya navneteweyê re", "Gerîla nûnertiya me dike" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

Xwepêşanderan li ber Navenda Çand û Hunerê Mihemed Şêxo ala dewleta Tirk şewitandin û dirûşmên "Hilweşe dewleta dagirker û sûcdar" berz kirin.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen axivî û wiha got: "Êrişên şeva din ên li ser Kobanê, li Dêrikê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê ne nû, lê berdewamiya zihniyeta Osmanî ya 500 salî ye ku bajar, tax, welatî û zarokan dike hedef."

Hesen bal kişand ser berxwedana gel û wiha domand: "Berxwedana gelên Kurdistanê, berxwedana rêber Ocalan a li Îmraliyê û berxwedana lehengane ya gerîlayên li Avaşîn, Metîna û Zapê  ji hemûyan re îsbat dike ku Erdogan û rejîma wî li ber hilweşînê ne  û ji bo ku vê hilweşînê binixumîne van êrişan pêk tîne."

Hesen bang li  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kir ku derketina qadan, serî hildin û êrişan şermezar bikin.

Hesen di dewama axaftina xwe de diyar kir ku êrişa bi çekên giran û pêşketinî nayê wateya ku dewleta Tirk hewl dide bajarekî yan jî gelek bajaran dagir bike û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker û angaşta wê ji vê pirî mezintir e. Dewleta Tirk hewl dide sûdê ji peymanên ku niha têne îmzekirin û ji bidawîbûna sedsala peymana Lozanê bigire û Mîsaqî Millî vegerîne."

Hesen diyar kir ku hêzên hegemon û desthilat Rûsya û Amerîka û hêzên cîhanê bi rê ve dibin, li gorî biryar û perspektîfên wan û heta dayîna çekan ji bo dewleta Tirk dihêle ew şerê qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk bîne.

Mahsûm Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Çawa me bi vîn û israra xwe ya li ser fikrê rêber Ocalan û bi hezaran ji şehîdan xaka xwe parastin û projeya xwe ya demokratîk xiste pratîkê, wê cîhan giştî nikaribe me ji armanc, hêvî û rêya me ya ber bi azadiyê ve dûr bixe."

(fr)

ANHA