Zarokên Eyn Îsayê 'Erdogan kujerê zarokan e' qêriyan-HATE NÛKIRIN

Bi sedan zarokên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girkê Spî bi boneya Roja Zarok a Cîhanê daketin xwepêşandanê û bi slogana 'Erdogan kujerê zarokan e' êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Zarokên Eyn Îsayê 'Erdogan kujerê zarokan e' qêriyan-HATE NÛKIRIN
Zarokên Eyn Îsayê 'Erdogan kujerê zarokan e' qêriyan-HATE NÛKIRIN
Zarokên Eyn Îsayê 'Erdogan kujerê zarokan e' qêriyan-HATE NÛKIRIN
Zarokên Eyn Îsayê 'Erdogan kujerê zarokan e' qêriyan-HATE NÛKIRIN
Zarokên Eyn Îsayê 'Erdogan kujerê zarokan e' qêriyan-HATE NÛKIRIN
Zarokên Eyn Îsayê 'Erdogan kujerê zarokan e' qêriyan-HATE NÛKIRIN
20 mijdar, 2022   12:08
EYN ÎSA

Xwepêşandan ji çerxerêya Displîna Leşkerî dest pê kir û ber bi çerxerêya Şehîd Cûdî berdewam kir. Bi sedan zarokên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî yên li navçeyê û kampê dimînin, tev li xwepêşandanê bûn.

Zarokan pankartên bi nivîsên “Em dixwazin di welatê xwe de azad bijîn bê şer, bê kuştin”, “Erdogan kujerê zarokan e”, “Hevalên me nekujin” û wêneyên zarokên ku di êrişa dewlet a Tirk a dagirker li ser herêmê de şehîd bûne rakirin û sloganên “Zarokatiyê nekujin, Erdogan kujerê zarokan e" berz kirin.

Li çerxerêya Şehîd Cûdî xwepêşandan veguherî mitîngê. Di mitîngê de, zaroka bi navê Şehid El Şerîf daxuyaniyek xwend û tê de topbarana domdar a dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji mafê zarokan e ku mîna hevalên xwe yên li cîhanê di nav aştî û azadiyê de bijîn. Di dibistanan de li gund û bajarên xwe dûrî kampan û koçberiyê fêr bibin.”

Ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî di 9`ê Cotmeha 2019`an de, di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê kantona Girê Spî gelek zarok şehîd bûn û birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 2 hezar xwendekar bê perwerde ma ji ber ku dibistanên wan li eniyên şer in ku rojane têne topbarankirin.

Ji duh ve, balafirên dewleta Tirk a dagirker herêmê bombebaran dikin. Di encamê de 11 welatî ku yek ji wan nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah e, şehîd bûn û 6 din jî birîndar bûn.

(şx)

ANHA