Bi sedan şêniyên Amûdê li dijî êrişan rabûn

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla wê dagirkerî û xiyanet têk biçe” li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan kir.

Bi sedan şêniyên Amûdê li dijî êrişan rabûn
20 mijdar, 2022   10:30
 QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo li qada Jina Azad a navçeyê kom bûn. Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên PKK`ê hildan.

Şêniyên ku pankarta bi nivîsa “Bi vîna gelan û gerîla dê dagirkerî û xiyanet têk biçe” hildabû, sloganên li dijî dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî berz kirin.

Li qada Şehîd Cîhad xwepêşandan veguherî mitîngê. Di mitîngê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Yûnis wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û faşîst êrişên xwe yên qirkirinê li dijî tevahî gelan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Herî dawî duh êrişî herêmên me kir.”

Yûnis diyar kir ku asta êrişan, binkeftina siyaseta dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.

Yûnis bal kişand ser êrişa dagirkeriya Tirk û got: “Ji van êrişan qirkirina gelan, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, biratiya gelan û şikandina vîna gelên herêmê armanc dike.”

Yûnis destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker çawa berê bi bin ket dê niha jî bi saya yekitî û hevgirtina gelan û kombûna wan li derdora rêveberiya xwe û hêzên xwe yên leşkerî, bi bin bikeve.

Yûnis bêdengiya hêzên navneteweyî, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî şermezar kir û got: “Gelên li hember DAIŞ`ê sekinîne û hêzên ku mirovahî û hovîtiya DAIŞ`ê parastine, li pêşiya çavên we tên qirkirin. Ev bêdengiya we nîşan dide ku hûn şirîkên van êrişan in.”

Di dawiyê de Talet Yûnis got: “Pêvajoya niha, pêvajoya berxwedan û têkoşînê ye. êrişên we vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê naşikîne. Dê li gorî projeya netewa demokratîk tê bikoşin. Ji bilî berxwedanê li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî tu rê li pêşiya me tune ye.”

Xwepêşandan bi sloganên "Şehîd Namirin, Bimire dagirkerî û faşîzim, Bijî biratiya gelan, Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

(şx)

ANHA