Jiyanek li ser riya rastiyê: Îsam Hesen Ebdullah  - HAT NÛKIRIN

Hevalê me Îsam Hesen Ebdullah wekî pêşeng û afirînerên şiara, “rastî di tariyê de namînin” bû lêgerê heqîqetê. 8 salên xwe ji bo vegotina rastiya şoreşê, jiyana azad û demokratîk, teşhîrkirina gemariyên dagirkeran borandin.

Jiyanek li ser riya rastiyê: Îsam Hesen Ebdullah  - HAT NÛKIRIN
Jiyanek li ser riya rastiyê: Îsam Hesen Ebdullah  - HAT NÛKIRIN
Jiyanek li ser riya rastiyê: Îsam Hesen Ebdullah  - HAT NÛKIRIN
20 mijdar, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Peyamnêrê ajansa ANHA’yê Îsam Hesen Ebdullah ku şevê din dema bombebarana dewleta Tirk a dagirker dişopand, şehîd bû, li pey xwe rûpelek zêrîn û têkoşînek dagirtî hişt. 

Îsam Hesen Ebdullah di sala 1983’an de li bajaroka Ebrê ya girêdayî navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişlo ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund xwendiye, dibistanên navîn û amadeyî li Rimêlan temam kirine. Li Zanîngeha Şamê jî Beşa Wêjeya Erebî qedandiye.

Demekê li Şamê mamostetiya zimanê Erebî kiriye. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re vegeriya warê xwe û tevlî xebatan şoreşê bû. Di sala 2013’an de jî dest bi xebatên rojnamevaniyê kir û di rojnameya Ronahî de kar meşand. Di sala 2018’an de, derbasî xebatên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bû û rastiya şoreşê ji raya giştî ya herêmê û cîhanê re ragihand.

Her wiha bi kamera û pênûsa xwe bênavber hewl da ku êrîş û planên qirêj ên dijî destkeftiyên herêmê teşhîr bike.

Tevî ku nexweşiya polîstemî (Zêdebûna xwînê) pê re hebû jî, bêyî dudilî di her kêlî û cihekî de erka xwe ya ronîkirina civakê bicîh anî.

Şehadeta wî jî, di riya pêkanîna vê erka xwe de pêk hat.

Dema ku balafirên dagirkeriya dewleta Tirk şevê din li gundê Teqil Betil ê Dêrikê wesayitek bombebaran kir û 2 welatî şehîd kirin, komek welatiyan jî çûn cihê êrîşê û daxuyanî da. Hevalê me Îsam Ebdullah jî ji bo ku cihê bombebaranê bikişîne û daxuyaniyê bişopîne çû herêmê. Lê dagirkerên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine, careke din welatî bombebaran kirin. Di encamê de hevalê me Îsam û 6 welatiyên din şehîd bûn.

Hevalê Îsam jî wekî gelek şehîdên ragihandina azad û şehîdên ajansa me ji rastiyê tawîz neda û rûyê dagirkeran derxist holê.

Di sala 2017’an de nûçegihanên ajansa me Rizgar Adanmiş, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed dema rewşa welatiyên ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyabûn di şopandin, li navbera Hesekê û Dêra Zorê di encama êrîşek bombeyî ya çeteyan ku li nava gel teqandin de şehîd bibûn. Her wiha hevalê me Seed Ehmed dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê dişopand, di 13ʹê Cotmeha 2019ʹan de şehîd bibû.

ANHA