Bi wêne; dagirkeriya Tirk li Kobanê malên gel kirin hedef

Di wêneyên ku ajansa me (ANHA) bi dest xistine de, asta hovîtiya dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.

Bi wêne; dagirkeriya Tirk li Kobanê malên gel kirin hedef
20 mijdar, 2022   10:47
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker duh derengiya şevê êrişên hewayî û bejahî li ser deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Her wiha ziyanên mezin gihiştin mal û milkên şêniyan.

Dewleta Tirk vê sibehê jî bajarê Kobanê bombebaran kir. Di wêneyên ku ajansa me (ANHA) bi dest xistine de, şopên wêraniya malekî diyar dibin.

 Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker  ên li ser gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 11 welatî û nûçegihana ajansa me Îsam Ebdullah şehîd bûn, 6 welatiyên din û nûçegihanê Stêrk TV Mihemed El Ceradê birîndar bûn. Her wiha 14 leşkerên hêzên hikumeta Şamê jî jiyana xwe ji dest da û 12 birîndar bûn.

(fr)

ANHA