Li asîmanê Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî tevgera balafiran heye

Li ser navçeya Eyn Îsa û rojavayê kantona Girê Spî balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk digerin.

Li asîmanê Eyn Îsa û rojavayê Girê Spî tevgera balafiran heye
20 mijdar, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk li ser navçeya Eyn Îsa û rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî digerin.

Dewleta Tirk a dagirker şevê din bi balafirên şer û yên bêmirov û biçek herêmên Kobanê, Şehba, Zirgan û Dêrik ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

ANHA