Komxebata Eşîrên Sûriyê hat paşxistin

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, Komxebata Duyemîn a Eşîrên Sûriyê ku diviyabû îro bihata lidarxistin, hat paşxistin.

Komxebata Eşîrên Sûriyê hat paşxistin
20 mijdar, 2022   09:22
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Biryarbû ku îro li Hesekê Komxebata 2`yemîn a Eşîrên Sûriyê bi beşdariya zêdetirî 6 hezar û 300 rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê li dar ketiba. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker Komîteya Amadekar lidarxistina komxebatê heta demeke ne diyar paş xist.

Endamê Komîteya Amadekar a komxebatê Sabit El Cewher got: “Ji bo parastina ewlehiya beşdaran ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê me dema lidarxistina komxebatê paş xist.”

El Cewher anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya êrişên li ser seranserî xeta sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê wextê de, dixwaze projeya hevgirtina pêkhateyên herêmê têk bibe, komxebatê bibin bixe.

Di dawiyê de El Cewher got, QSDʹê amade ne bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bide.

(şx)

ANHA