Serhildanana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

Di hefteya dehem ya xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşander hatin qetilkirin û li gelek zanîngehan xwepêşandan berdewam bûn. Di heman demê de li gelek bajarên welatên Ewropa-Rojava jî çalakiyên ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin li darxistin.

Serhildanana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e
20 mijdar, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî qetilkirin, tundî, girtin, darvekirin û gulebaranên dewleta Îranê di hefteya xwe ya dehemîn de berdewam bû. Di hefteya dehemîn ya xwepêşandanan de jî xwepêşander hatin qetilkirin.

Duh li bajarên Sine, Mihabad, Bokan, Xoy, Şino, Pîranşar, Serdeşt, Seqîz, Dîwandere, Merîwan, qurwe, Kamyaran, Sehne, Pawe, Îlam, Abidanan û gelek cihên din xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.

Li Dîwandere hêzên rejîma Îranê gule li xwepêşanderan barandin, li gorî hinek çavkaniyan herî kêm 5 xwepêşander jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Mahabadê bi sedan kes tev li merasîma veşartina cenazeyê Kemal Ehmed Pur bûn ku di xwepêşandanên rojên borî de hatibû qetilkirin. Piştî merasîmê xwepêşandan hate lidarxistin.

Li bajarê Sine hêzên dewleta Îranê êrişî ser xwendevanên zanîngehê kirin, xwendevanan jî li dijî hêzên rejîmê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li ser asta Îranê ji taybet li zanîngehan, grev û çalakiyên xwedevanan dewam kirin. Bi taybet li Tahran, Meşhed, Esfehan, Tewrêz, Şîra, Ehwaz û gelek bajarên din xwendevan daketin qadan.

Li bajarên Tahran, Şîraz, Esfehan, Zahîdan û gelek herêmên din jî çalakiyên dijî dewleta Îranê hatin lidarxistin. Herwiha dijî kuştina çar zarokên di xwepêşandanên rojên borî yên li bajarên Seqiz û Îze de, Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayan bang li her kesî kir ku îro û sibe li seranserê navendên dibistanan boykot were ragihandin.

Li dervey Îranê jî, li gelek bajarên Ewropa, Amerîka, Kanada jî welatiyan bi çalakiyên cur be cur piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin.