​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Şengalê: Îro roja xwedîdektina li Rojava ye

Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: "Îro roj roja xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê ye, divê gelê me dakevin qadan û dijî êrişan rawestin."

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Şengalê: Îro roja xwedîdektina li Rojava ye
20 mijdar, 2022   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyanekê êrîşên liser Rojava Şermezarkir û bang li gelê Şengalê kir ku li dijî êrişa rabin serxwe.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

 "Em bi navê gelê Şengalê êrişên dewleta Trik ên li ser gelê me yê Rojava şermezar dikin, ev êrişî li dijî aştî, aramî û jiyana hevbeş ya li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ye.

Dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan biratiya gelan li hermê bike hedef, bêdengiya li hemberî êrişan tê wateya hevkariyê.

Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku bêdeng nebin, bi taybet bang li gelê me yê Êzidî dikin rabin ser xwe. Ji ber ku ê li me xwdî derketibû, gelê Rojava û Rêveberiya Xweser bû. Di demê herî zehmet de ew bûn li kêleka me sekinîn. Îro roj roja xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê ye, divê gelê me dakevin qadan û dijî êrişan rawestin.”