Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran dike- HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk êrişî gundên Binarê Qendîlê û Çiyayê Asosê yên Başûrê Kurdistanê dikin.

Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran dike- HATE NÛKIRIN
19 mijdar, 2022   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafirên şer derengê şevê tevgereke mezin a hewayî li dijî gelek herêmên Başûr dane destpêkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê balafirên şer bi hemahegiya belafirên bêmirov li gundên Qeletukan ya Binarê Qendîlê xistine. Hate gotin hîn jî liv û tevgera hewayî ya li herêmê berdewam e.

Her wiha hate ragihandin ku êriş li dijî gundê Enzê, Zergelê, çiyayê Derbî yê Wertê jî pêkhatiye û balafir bi awayeke nizm li ser herêma Balakayetî û Çomanê re difirin.

Hemwextê êrişên li dijî gundên Binarê Qendîlê bombe li çiyayê Asosê û gundên nêzî Gelale ku dikeve ser bi herêma Şarbajêr ya Silêmaniyê jî hatiye barandin.

Di van saetên derengê şevê de balafirên şer yên Tirk bi heman dijwariyê êrişê çiyayê Bêreş û çiyayê Aras yên ser bi gundên Gerewan ya ser bi qezaya Riwandiz ya girêdayî Hewlêrê jî dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji ber liv û tevgera hewayî ya balafirên şer yên Tirk tirseke mezin di nava xelkê herêmê de çêbûye. Lê têkildarî zirer û ziyanên giyanî û madî ti zanyariyek bidest neketiye.

Çavkanî: Rojnews