Dewleta Tirk herêmên ji Dêrik heta Şehbayê bombebaran kirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di saetên derengiya şevê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek dever bombebaran kirin.

Dewleta Tirk herêmên ji Dêrik heta Şehbayê bombebaran kirin
20 mijdar, 2022   00:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk Daristana Kobanê û rêya Cerablusê yên dikevin rojavayê bajar û Girê Meştenûr ê li aliyê başûr bajar bombebaran kirin. Heman demê taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê rojavayê Kobanê kirin hedef.

Li kantona Şehbayê jî balafirên artêşa dagirker gundên Bêlûniyê û Şêx Îsa bombebaran kirin. Her wiha Keleha Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê û depoya genim a Dehir Ereb ê dikeve bakurê rojhilatê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê kirin hedef.

Li Dêrikê jî devera navbera gundên Gir Kendal û Teqil Beqil ên herêma Koçerat bûn hatin bombebarankirin. Piştî êrişa yekemîn şêniyên navçeya Dêrikê berî dan cihê bûyerê, lê ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin. Tê gotin ku ziyanên canî çêbûne. Her wiha Girê Çelê yê li gundê Til Şiyê yê herêma Berav a Dêrikê hat hedefkirin.

Pêve girêdayî, balafirên şer li nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Til Hermel ê bakurê navçeya Zirganê û li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê xistin. Heman demê nuqteya hikumeta Şamê ya li gundê Qizelî yê rojavayê kantona Girê Spî hat hedefkirin. Di encamê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku birîndar jî hene.

ANHA