​​​​​​​Welatiyên ku ji bo alîkariya birîndaran diçûn gundê Teqil Beqil hatin bombekirin

Balafirên dagirkeriyê welatiyên ku ji bo alîkariya birîndaran diçûn li gundê Teqil Beqil, bombe kirin. Di bombebaranê de ziyanên canî hene.

​​​​​​​Welatiyên ku ji bo alîkariya birîndaran diçûn gundê Teqil Beqil hatin bombekirin
19 mijdar, 2022   22:49
QAMIŞLO

Beriya derdora saetekê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Teqil Beqil ê herêma Koçerat ê navçeya Dêrikê bombebaran kirin.

Piştî êrişa yekemîn welatiyên navçeyê yên berî dan cihê bûyerê da ku alîkariya birîndaran bikin. Balafirên şerê careke din gund bombebaran kir. Li gorî agahiyan ziyanên canî hene.

Balafirên şer û yên bê mirov li ser gund digerin.

ANHA