Yekitiya Rewşenbîrên a Efrîn zarokên beşdarî projeya ( Bixwîne fêr bibe) xelat kirin ‎

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê bi koordîneya Desteya Kar û Barên Civakî ya herêmê, ‎zarokên ku beşdarî projeya (Bixwîne fêr bibe) xelat kirin.‎

Yekitiya Rewşenbîrên a Efrîn zarokên beşdarî projeya ( Bixwîne fêr bibe) xelat kirin ‎
19 mijdar, 2022   15:14
ŞEHBA

Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê û bidawîkirina projeya (Bixwîne fêr bibe), Yekitiya ‎Rewşenbîrên herêma Efrînê bi koordîneya Desteya Kar û Barên Civakî ya herêmê şahiya ‎xelatkirinê ji zarokên beşdarî projeyê bûne re, li hola kampa Serdem a Şehbayê, li dar xist. ‎

Bi armanca bilindkirina moral, xurtkirina zimanê dayikê û bihêzkirina zarokan di tevahî aliyên çandê de, bi dehan zarok li kampên Efrîn, Şehba, Berxwedan, Serdem û Vegerê beşdarî projeyê ‎bûn.

/ar/uploads/files/2022/11/19/131423_img_1638.webp

Endamê Desteya Kar û Barên Civakî Egîd Xelîl wiha got: "Pêwîst e em bi zimanê dayikê ve girêdayî bin û nifşekî nû ava bikin."

Egîd Xelîl piştrast kir ku ev proje ji bo zarokan gaveke pir baş e da ku armancên xwe bo ‎jiyana civakî ya azad ve pêk bînin. ‎

Xelîl da zanîn ku projeya (Bixwîne fêr bibe) raneweste û dê li gorî derfetên heyî berdewam ‎bike, dê li tevahî kampan û di nava civakê de gavan bavêjim, nifşên pêşerojê li ser fikir û ‎felsefeya rêber Abdullah Ocalan a ku neteweya demokratîk temsîl dike, ava bikin.‎

Dûre li ser çawaniya pêşkêşkirina projeya (Bixwîne fêr bibe) sînevzîyonek hate pêşandan, her wiha behreyên zarokan ji tabloyên wêneyan, lêdana tembûr û stran û xwendina helbestan bi zimanên kurdî û erebî hatin pêşandan. ‎

Desteya Kar û Barên Civakî û Yekitiya Rewşenbîrên herêma Efrînê xelat li ser zarokên serketî ‎belav kirin.‎

Çalakî bi pêşandana straneke li ser zimanê kurdî ji aliyê zarokan ve û girtina govendan bi ‎dawî bû.‎

‏)dm‏(

ANHA