​​​​​​​Li Silêmaniyê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî şêwirek tê lidarxistin

Li Silêmaniyê bi hevkariya mamosteyên zanîngehan û lêkolîneran şêwira Fîncancî a bi dirûşma ‘Pêşîgirtina li jenosîd û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan’ bi tevlêbûna gelek rewşenbîran tê lidarxistin.

​​​​​​​Li Silêmaniyê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî şêwirek tê lidarxistin
19 mijdar, 2022   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwir li salona otela Ramada ya Silêmaniyê bi tevlêbûna gelek kesayet û lêkolîneran bi pêşengtiya Şarpressê hate kirin.

Li salonê wêneyê Şebnem Korûr Fîncanci hate daliqandin. Şebnem Fîncanci destnîşan kiribû ji belgeyên hatibûn belavkirin dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye. Piştî vê daxuyaniyê Fîncanci hatibû girtin.

Destpêkê seroka Yekitiya Bijîşkan a Tirkiye Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncancî hate nasandin.

Şêwir ji aliyê 3 kesên bi warê jenosîdê ve pispor in ve tê nîqaşkirin.

Mamoste û pispora jenosîdê Îrad Minûçir San Ehmed di bin sernavê ‘Bandora demdirêj a çekên kîmyewî li ser jîngeh û mirovan’ nirxandin kir. Bal kişand ser dîrok û bikaranîna gaza xardal a li Başûr û bandora wê ya li ser herêmên tên bikaranîn û got: “Bandora wê li ser mirov û xwezayê heye. Ev çek ji bo cîhanê rîsk in. Gazên rondikrêj jî xwedî bandoreke mezin e. Bandor li ekosîstemê dike û xwezayê têk dibe. Ji sedî 2, 9 rast hatin ku gaza xardal li Başûr hatiye bikaranîn.”

Parêzer û pisporê navneteweyî Hejar Kakayî bi sernavê ‘Bandora madeya kîmyewî li ser ava binerd û bajarê Helebçe’ de nirxandin kir û got: “Gelek sazî hatine avakirin ji bo pêşî li vê bigre û gelek welatan îmze kiriye, lê berjewendî pêşiya vê digire. Dema li başûr çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bê deng bûn. Ev welatên qala mafê mirovan dikin, ne dirust in. Tirkiyeyê li başûr û rojava çekên qedexe bi kar anî, lê ev welat bê deng in.

Parlementoya Başûr heta niha hiqûqek dernexistiye li ber vê bike û qedexe bike. Her wiha Iraqê jî qanûnek dernexistiye çawa li ber vê bibe xwedî helwest. Eger qanûnek hebûya me dikaribû di warê navxweyî û qada navneteweyî de xebat bimeşanda.”

Aso Emîn jî der barê bandora bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser mirovan de axivî.

Şêwir didome.