Di çalakiyan de cûreyên tundiyê û rêbazên bidawîkirina wê hatin nîqaşkirin

Di çalakiyên ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin de cureyên tundiyê, bandorên wan ên li jin û civakê, her wiha rêbazên bidawîkirina tundiyên hatin nîqaşkirin.

19 mijdar, 2022   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi diruşma "Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî…Jin, Jiyan, Azadî" dewam dikin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/93Ok_ObvGRA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo, Kongra Star semîner ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re organîze kir.

Semîner li avahiya Kongra Star hat dayîn û ji aliyê endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Fatme Silêman ve hat birêvebirin. Fatme Silêman behsa sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan di civakan de kir û wiha got: "Ji sedemên tundiyê, kêmbûna asta perwerdeyê ye  ku di encamê de sûc li dijî jinan têne kirin. Her wiha maf û erk nayên zanîn, mêr bi tena xwe biryarê dide. Wekî din hiştina sûcdaran bê ceza dihêle ku tundiya li ser jinan dewam bike."

Li ser bandorên tundiya li dijî jinan Fatme Silêman got: "Bandorên tundiyê fîzîkî, derûnî û aborî hene û gelek bandoran wê li malbatê dikin. Bandorên neyênî li dijî jinan zêde dibin û di aliyê derûnî de jin tên paşguhkirin. Her wiha kiryarên tundiyê dihêle qîma jinê kêm bibe û baweriyê bi xwe neke."

Fatme Silêman behsa çareyên têkbirina tundiya li dijî jinan kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo têkbirina tundiya li dijî jinan, divê cezayên tund li dijî kesên  ku sûcan dikin, werin birîn, jin werin xurtkirin û perwerdekirin û çanda ku jinan biçûk dixe, ji holê were rakirin."

Semîner bi diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qoCLNW_7w3k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê ji aliyê Kongra Star ve semînerek ji bo danasîna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê hat dayîn. Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û mêr ên navçeyê beşdarî semînerê bûn.  

Semîner li salona Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê hate dayîn. Di semînerê de hevserokê meclisa Til Temirê ya PYDʹê Ridwan Xelef li ser dîroka ragihandina vê rojê got, piştî qetilkirina xwişkên Mîrabal (Patria, Minerva û María Teresa) li ser destê rejîma dîktator 'Rafael Trojîlo' serokê komara Domînîk, her sal 25'ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê hate destnîşankirin.  

Xelef da zanîn ku rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civakên din cudatir e û wiha domand: "Ji ber ku wan civakan jin tenê wek amûra zarokanînê dihesibandin da ku qebîleyên xwe ji êrişên qebîleyên din biprêzin. Piştî şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an, li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhertineke bingehîn di rewşa jinan de pêk hat û jinan hemû mafên xwe bi dest xistin. Ev jî bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan e, xwediyê teza pirsgirêka azadiya jinê.

TEBQA

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bi beşdariya dehan jinên bajêr çalakiyeke çandî bi navê "Şoreşa Jinekê" li dar xist.

Hejmarek helbestvanên bajêr, endamên Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê, nûnerên saziyên sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê beşdarî çalakiyê bûn.

Di vê çalakiyê de, sînevizyoneke kurt li ser şêweyên tundiya li ser jinan di nav civakan de, bandorên wan û rêyên têkoşîna li hember wan hate pêşandan.

Paşê helbestvan Wefa Paşa, Salîhe El Şemalî, Meryem Şerîf û Buşra Mensûr helbest xwendin.

Di helbestan de bal hat kişandin ser êşên jinan ên ji ber zilm  û zextan, her wiha pesnê berxwedan û serkeftinên jinan ên piştî têkoşîneke bênavber a li dijî zihniyeta zilamê desthilatdar, hate dayîn.

ANHA