​​​​​​​ʹPêşxistina her şoreşekê divê bi pêşengiya jinan beʹ

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê tundiya li ser jinan şermezar kir û got "Pêşxistina her şoreşeke rasteqîn, divê bi pêşengiya jinan be."

​​​​​​​ʹPêşxistina her şoreşekê divê bi pêşengiya jinan beʹ
19 mijdar, 2022   12:42
REQA

‘Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê’ bi daxuyaniyekê sûcên li ser jinan şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Kongra Star, Meclisa Jinan a Sûriyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Suryan li Stada Beledî ya Reqayê, ji aliyê endama însiyatîfê Rîhab Hibo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tundiya li ser jinan binpêkirineke xwedî çarçoveyeke berfireh û wêranker e û îşaret bi sûc û tundiyên sîstemên serdest ên cîhanê yên li dijî jinan hate kirin û hate gotin: "Tundiya li dijî jinan bi awayekî berfireh belav bûye. Ev dide nîşandan ku dewletên neteweperest, nîjadperest û kapîtalîst di nava aloziyan de ne. Jinên ku têne hedefkirin jinên zana, birêxistinkirî ne û mafên xwe dizanin û ji bo parastina mafên xwe tê dikoşin."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Jin îro di hemû qadan de têkoşîneke xurt dimeşînin. Têkoşîna wan vedigere hezaran salan. D mercên herî zehmet de jinan berxwedaneke lehengane meşandin. Têkoşîna wan a îro berdewama têkoşîn û şoreşên berê ye ku bi pêşengiya gel û jinên kedkar li Rojhilata Navîn li dar ketin."

Di daxuyaniyê de tundiya li ser jinan hat şermezarkirin û hate gotin: "Divê em bê westan xebateke hevpar bimeşînin da ku destkeftiyan bi dest bixin û li dijî tundiya li ser jinan û ya malbatî tevdîran bigirin."

Her wiha banga têkoşîna azadiyê hate kirin û ji rêxistinên navneteweyî hat xwestin ku erkên xwe bi cih bînin, sûcan rawestînin û sûcdaran bidarizînin.

ANHA