Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir

Şêniyên Kobanê bi dirûşma "Bi rihê 27ʹê Mijdarê, bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" salvegera 44ʹan a damezirandina PKKʹê pîroz kir.

Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir
Şêniyên Kobanê salvegera damezirandina PKKʹê pîroz kir
19 mijdar, 2022   11:45
KOBANÊ

Pîrozahî li qada Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin. Desptêkê agir ji aliyê şêniyan ve li qada navendê hat pêxistin.

Di şahiyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê diyar kir ku avabûna PKKʹê rêveçûna dîroka gelê Kurd û tevahî gelên herêmê guhert û got: "Avabûna PKKʹê mîladeke nû ji bo gelê Kurd ê bindest bû.”

Ferhan Kobanê anî ziman ku roj bi roj giraniya PKKʹê zêde dibe, bi milyonan Kurd li ser şopa şehîdên wê dimeşin û li dijî dewleta Tirk a dagirker tê dikoşin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê di dawiyê de banga xurtkirina têkoşînê û serhildanê li hemberî dagirkerî û xiyanetê kir.

Piştî axaftinan govend hate gerandin.

ANHA