Li Kerkûkê 4 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin

Hate ragihandin ku komeke çeteyan ku tê texmînkirin ên DAIŞ`ê bin êrişî baregeheke leşkerên artêşa Iraqê ya li ser rêya Silêmanî-Kerkûkê kiriye. Di encamê de 4 leşkerên artêşa Iraqê hatine kuştin.

Li Kerkûkê 4 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin
19 mijdar, 2022   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, çavkaniyekî leşkerî yê ji Iraqê ragihand şeva borî komek çekdar ku tê texmînkirin çeteyên çeteyên DAIŞ’ê bin, êrişî baregeheke leşkerî ya artêşa Iraqê ya li ser rêya Silêmanî-Kerkûkê kirine û di encamê de 4 leşkerên Iraqê hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî çavkaniya leşkerî ew noqteyak leşkerî ya ku êriş li ser hatî kirin li ser rêya sereke ya parêzgehên Silêmanî-Kerkûkê û nêzî kîlometreyekî ji noqteya leşkerî ya yekem a pêşmergeyan a li Qerehencîrê dûr e.