Şêniyên Dêrazorê ji bo piştgiriya QSD′ê û Rêveberiya Xweser li qadan in

Bi sedan şêniyên rojavayê Dêrazorê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re nîşan da û got "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike û QSD me diparêze. Bi hev re em pêşeroja Sûriyê ronî bikin."

Şêniyên Dêrazorê ji bo piştgiriya QSD′ê û Rêveberiya Xweser li qadan in
19 mijdar, 2022   11:48
DÊRAZOR

Di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî yên gundewarên rojavayê Dêrazorê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê û bi sedan şênî amade bûn.

Çalakvan li Çerxerêya Cisir a li navberasta Kîsre kom bûn û ber bi qada heclisa herêma rojavayê bajarok ve meşiyan.

Li qadê hevserokê Meclisa Herêma Rojava Casim El Reyaş daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û rêveberiya leşkerî ya giştî û li ser navê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê bi hemû saziyên wê yên rêveberî, siyasî, çandî, ciwan û Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên herêmê em bi yekdengî teqez dikin ku bi Rêveberiya Xweser re hevgirtî ne û di hemû aliyan destekê didin wê ku gelek destkeftî bi destê QSD′ê hatin pêkanîn.

Serkeftinên QSD′ê hemû alên tarî şikandin, li dijî terorîstê bi ser ket, ala serkeftinê û serbilindiyê ji bo azadiya mirovan hilda. Ji ber mirov hêmana bingehîn a avakirina welatan e. Rêveberiya Xweser jî êdî bûye dergehê mezin ê azadiyê û bû jêdera jiyana hevbeş û aktîfkirina civakê ku biryarên xwe bide û xwe bispêre mejiyekî nerm û pêkanîna edalet û wekheviyê.

Bi wê re projeya wê; neteweya demokratîk neteweya zihniyeta hevpar bêyî nijadiya di navbera her du zayendan de ye, roleke rasteqîn da jinan. Bi zendên mêr û jinan serkeftin pêk hat û saziyên ji bo xizmeta civakê, meclisên qanûnsaz, rêveberî û meclisa edaletê û hêzên leşkerî, pirrengiya siyasî hatin avakirin.

Şaristaniya neteweya demokratîk veguherîna cîhanê li gelek pêşdeçûnan e, ew jî bi rêya amadekirina zanistî û felsefî ku demokrasiyê hatine derxistin ku rêber Abdullah Ocalan amade kirine. Bi wê re demokrasî derbas bû ku qanûna navneteweyî, dîplomasî, jiyana hevbeş û dîtina berjewendiyên civakê yên baş û bidawîkirina hemû nakokî û şerê li Sûriyê giştî, pêk bîne.

Rêveberiya Xweser ji bo hemû Rojhilat Navîn pêdiviyek e, ji ber tê de wateyên aştî û mirovahiyê hene. Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike û em bi QSD′ê re ne."

(fr)

 ANHA