Lûtkeya 18ʹan a Frankofon li Tûnisê dest pê dike

Li Girava Cerba ya Tunisê lûtkeya 18ʹemîn a Frankofon a welatên ku bi zimanê fransî diaxivin, îro dest pê dike.

Lûtkeya 18ʹan a Frankofon li Tûnisê dest pê dike
19 mijdar, 2022   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li girava Cerba ya Tûnisê ya ku ji zêdetirî salekê ve aloziya siyasî lê rû dide, îro lûtkeya 18ʹemîn a Frankofon dest pê kir. Zêdetirî 90 şande û 31 serok dê beşdarî lûtkeyê bibin. Tevkariya aborî rojeva sereke ya lûtkeyê e.

Rêxistina Frankofon a ku ji 88 endaman pêk tê, salvegera 50ʹemîn a damezirandina xwe pîroz dike. Tunis yek ji damezirînerên vê rêxistinê ye ku sala 1970ʹyî hat avakirin. Her wiha Senegal, Nîjerya û Kamboçya jî endam in.

Dewletên ne endam jî wekî Misir, Moldova, Îmarat û Sirbistanê jî dê beşdarî lûtkeyê bibin.

Frankofon ji 321 milyon axêverên fransî pêk tê. Tê texmînkirin ku dawiya sala 2050ʹyî ev hejmar bibe du qat.

Ji ber pandemiya Koronayê lidarxistina lûtkeyê li Tunisê 2 salan paşxistin.

Li gorî France 24, çavdêr lûtkeya li Tunisê ya ku dê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî beşdar bibin, wek "serkeftineke" dîplomatîk ji bo serokê Tunisê Qeys Seîd dinirxînin.  Hin çavdêrên din dibêjin ku berpirsên kanadayî li ser "tevlêbûna demokratîk" ên li Tunisê bi fikar in, nemaze piştî ku Seîd di 25ʹê Tîrmeha borî de biryar da ku desthilata li welat kontrol bike. Her wiha diyar kirin ku Kanada dê di civînên lûtkeyê de vê mijarê bixe rojevê.

Hemwextî lûtkeyê, Tunis di nava aloziyeke siyasî de ye,  rê nayê dayîn ku xwepêşander xwe bigihînin girava Cerbayê da ku protestoyên li dijî windabûna penaberan di deryayê de ya ji Îlona borî  ve dewam bikin ku polîsan gazên îsotê li dijî wan bi kar anîn.