Di êrişa çeteyan de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundewarên Helebê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di êrişa çeteyan de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
19 mijdar, 2022   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SOHRʹê, çeteyên "Fetih El Mubîn" baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Qubtan Cebel a li rojavayê Helebê topbaran kirin. Di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

SOHR’ê diyar kir ku hemwextî topbaranê balafirên şer ên Rûsyayê li ser gundewarên bakur ê Helebê geriyan.

Duh (în) jî li eniya Kebana ya Cebel Ekrad a bakurê Laziqiyê di navbera çeteyên "Fetil El Mubîn" û hêzên hikumeta Şamê de şer derket. Hate ragihandin ku çeteyên koma navborî bi moşekan gundên Dara Mezin û Kersa yên başûrê Idlibê topbaran kirin.