Pispor meyla Cezaîrê ya ber bi rojhilat ve çawa dinirxînin?

Cezaîrê di demên dawîn de têkiliya xwe bi bloka rojhilatê (Çîn û Rûsya) re xurt kir. Pisporên ji Cezaîrê da zanîn ku ev meyleke nû ya Cezaîrê ye, hinekan jî got ev dewama meyla berê ye.

Pispor meyla Cezaîrê ya ber bi rojhilat ve çawa dinirxînin?
17 mijdar, 2022   04:45
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Wezareta Karên Derve ya Cezaîrê di 8′ê Mijdarê de ragihand ku Cezaîr û Çînê plana duyemîn a hevkariya stratejîk a giştî ya her du welatan a ji 2022′yan heta 2026′an îmze kiriye.

Li gorî daxuyaniya ku dezgehên çapemeniyê belav kiriye, armanca vê planê dewamkirina têkiliyên xurt û hevkariya di navbera Cezaîr û Çînê de, di warên aborî, bazirganî, enerjî, çandinî, zanist, teknolojî, feza, tenduristî, têkiliyên mirovî û çandî de ye. Ji wê zêdetir jî xurtkirina stratejiyên geşepêdanê ya di navbera her du aliyan de ye.

Piştî hevkariya stratejîk bi Çînê re bi çend rojan, roja înê (11′ê Mijdarê) wezîrê karên derve yê Cezaîrê Remtan El Emamîre ragihand ku amadekariya serdana serokê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebon ji Rûsyayê re tê kirin û hêvî kir ku serdan beriya bidawîbûna salê pêk were.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, tê çaverêkirin ku hikumeta Cezaîrê di dema serdana serokê Cezaîrê bo Moskovê de peymana hevkariya stratejîk a giştî ya nû bi Rûsyayê re îmze bike.

Li gorî çavêdran, meyla Cezaîrê ber bi Rûsya û Çînê ve ne nû ye, lê belê parçeyek ji dîplomasiya Cezaîrê ya li ser pirrengiya têkiliyên xwe yên bi derve re ye.

/kr/uploads/files/2022/11/16/193625_.webp

Şîrovekarê siyasî yê Cezaîrê Ebdurehman Hadif diyar kir ku serdana Tebon ji Moskovê re di çarçoveya dînamîka nû ya ku Cezaîrê ya bi rêya projeya xwe ya geşkirinê de ye ku tê de meyla dîplomatîk û hevkariya navneteweyî tiştekî sereke û faktoreke stratejîk e.

Ebdurehman Hadif ji ajansa me re wiha got: "Cezaîr li ser hebûna di astên herêmî û navneteweyî de dixebite da ku roleke aktîf bilîze."

Hadif destnîşan kir ku tevgerke mezin a dîplomatîk a Cezaîrê heye û hewl dide hevkariyên bi welatên mezin re xurt bike, asta wê bilind bike ku bikevin ximzeta berjewendiyên wê û armancên wê yên jeopolîtîk û aborî pêk bîne.

Hadif, serdana Ebdulmecîd Tebon ji Rûsyayê re wek parçeyekî ji dîplomasiya Cezaîrê ya pirrengiya têkiliyên xwe hesiband û wiha domand: "Ev meyl ji vîna Cezaîrê ya ku dixwaze beşdarî mayîndekriina pergala cîhanî ya temam û adilane bibe, pêk tê, ku bi wê pergalê dewletên cîhanê bi hev re bixebitin û berpirsiyariyên xwe li hember astengiyên mezin ên mîna guhartinên avhewa, ewlehiya xurekê û tenduristiyê pêk bînin.”

Şîrovekarê ji Cezaîrê destnîşan kir ku meyla ber bi îmzekirina hevkariyên stratejîk ên giştî bi dewletên mîna Çîn û Rûsyayê re, vebijêrkeke serwerî û pêşwext ji bo bilindkirina asta hevkariyê ye ku dikeve xizmeta her du aliyan. Her wiha eşkere kir ku Cezaîr niyet dike ku tev li koma BRICS’ê (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) bibe û bi şirîkên xwe re hevkariyê bike.

Hadif got: "Armanca Cezaîrê li ser asta Rojhilata Navîn ji dewletên pêşketî be, mîna dewletên BRICS’ê, bi wê re girîngiya hevalbendiya wê bi dewletên mîna Çîn, Rûsya û Brezîlyayê re di vê yekê de tê."

DERKETINA JI SÎSTEMA YEKSERÎ

Pisporê ji Cezaîrê da zanîn ku derketina ji sîstema yekserî ji bo tevahî cîhanê, her wiha ji bo hegemonyaya pergala diravî ya cîhanî tiştekî mecbûrî ye ku êdî li ser hevsengiyan xetereyê çêdike û heta dibe ku şerên mîna şerê Ukraynayê derxe.

Hadif diyar kir ku ev rewş li ser serokên cîhanê ferz dike ku li ser pergaleke biîstiqrartir û lihevkirî bixebitin, bi taybet li gel kêmbûna çavkaniyên xwezayî, her wiha çavkaniyên enerjî, av û xwarinê. Hadî wiha pê de çû: "Cezaîr û gelek dewletên Ereban li ser vê yekê dixebitin û êdî gelekî berê xwe dane dewletên rojhilat."

MEYLA EREBAN BER BI ROJHILAT VE

Hemû nîşane diyar dikin ku hevkariyên Ereban û Çînê bi pêş dikevin û îhtîmal heye ku pereyên nîştimanî di bazirganiyê de bi kar bînin ku dê ev yek bandoreke xurt li ser hegemonyaya dolar bike.

Li gorî Hadif 2 hêman hene vê meyla Ereban ber bi rojhilata ve xurt dikin; faktorên demografîk û yên jeografîk in.

Hadif got pêwîstî bi xurtkirina hevkariya di navbera welatên Ereban de heye da ku yekitiyeke stratejîk a herêmî û navneteweyî ava bikin. Her wiha tekez kir ku hevtemamkirina aborî ya welatên Ereban ji bo xurtkirina serdestiyê û mayîndekirina serxwebûnê, pêdiviyeke girîng e.

/kr/uploads/files/2022/11/16/193609_-.webp

Li aliyekî din jî lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr. Îsmaîl Xeleallah ê ji Cezaîrê ji ajansa me re wiha axivî: "Têkiliyên Cezaîr-Rûsyayê kevn in û ne girêdayî meyla Ereban a ber bi Rûsyayê ve ne."

Xelefallah wiha domand: "Em nikarin bêjin ku serdana serokê Cezaîrê ji Moskovê re parçeyek ji xurtkirina xweparastinê ya nû li herêmê ye, her wiha ne girêdayî şerê li Ukrayna yan jî cezyên rojava li ser Rûsyayê ye. Helwesta Cezaîrê eşkere ye û ji her kesî re li ser yek yekmesafeyê disekine û ne aliyek krîzê bû, lê berovajî wê yekê pîrozkirinek ji Amerîka û Kremlînê de wergirt."

Xelefalllah got, hevkariya Çîn-Cezaîrê ne nû ye, bi taybet Çîn li Cezaîrê heye û gelek veberhênanên Çînê yên mezin li hundirê Cezaîrê hene.

Her wiha got têkiliyên Cezaîr-Rûsyayê kevn in, ji dema Yekitiya Sovyetê ve ye û Cezaîrê jî yek ji dewletên bi ser qutba rojhilat ve tê hesibandin, ruxmî ku tevlêbûna wê li dewletên nealîgir re heye û çekên wê ji Rûsyayê tên.

Li ser gotinên ku tevgerên Cezaîrê ber bi Rûsya û Çînê ve berteka li hember desteka hêzên rojavayî û Amerîkayê ji Mexribê re ye, di doza çolistana Erebî de, pisporê ji Cezaîrê wiha got: "Cezaîr îro bi pêş dikeve û girîngiyê nade karên pergala Mexribê û girîngiyê nade tevgerên wê yên navneteweyî, heta siyasetên wê jî."

(fr)

ANHA