Elî El Siwêd: Şerê li Derayê ji bo tunekirina muxalifên ‘lihevkirinan’ e

Nivîskarê Sûrî yê muxalif Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku şerê li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê hewldanek ji bo tesfiyekirina kesên li dijî çêkirina “lihevkirinan” bi hikumeta Şamê re ne.

Elî El Siwêd: Şerê li Derayê ji bo tunekirina muxalifên ‘lihevkirinan’ e
17 mijdar, 2022   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Şerên di navbera çekdarên girêdayî Rûsya û yên girêdayî DAIŞ’ê de li bajarê Derayê yê başûrê Sûriyê didomin.

Şer ji 31’ê Cotmehê ve li gelek taxên bajêr dest pê kir. Şer di navbera komên çete yên xwecih ên “Artêşa Sûriye ya Azad” ku lîwaa 8 ya Rûsî piştgiriya wan dike û komên çete ku bi endamtiya DAIŞ`ê têne tawanbarkirin de berdewam in. Di encama şer de ji herdu aliyan, her wiha sivîlan kuştî û birîndar hene.

Dezgehên çapemeniyê dan zanîn ku operasyonên leşkerî li Derayê beşek ji hemleya ewlehiyê ye ji bo paqijkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê ye ku berpirsên teqemîn û bûyerên terorîst in. Di gelek raporan de, hat diyarkirin ku têkiliyên wan çekdaran bi DAIŞ`ê tune ye. Pêkanîna êrişan li ser wan, bi fermana hikumeta Şamê ye ku dixwaze komên muxalif tune bike yên ku naxwazin pê re lihev werin.

Berî demekê, hewldanên mezin ên kontrolkirina Derayê û tevahiya başûrê Sûriyê ji aliyê Rûsya û hikumeta Şamê ve hebûn, lê belê hemû jî bi bin ketin. Çavdêran destnîşan kir ku “lihevkirin” rewşa Sûriyê aloztir kir.

/kr/uploads/files/2022/11/16/193404_-.webp

Nivîskarê Sûrî yê muxalif Elî El Emîn El Siwêd ji ajansa me re wiha axivî: “Rêbaza ku rêjîma El Esed li gor wê dimeşe, ku her kesê li dijî wê derdikeve bikuje.”

El Siwêd wiha pê de çû: “Rêgeza rejîmê wiha ye, kuştinê bidomîne heta ji hemû muxalifên xwe û alîgirên wan xilas bibe.”

El Siwêd ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêjîm cudahiyê naxe navbera muxalifek şoreşger ku şoreşa xwe li dijî zordestiyê koletiyê didomîne û yên ku xwe di nav rejîmê de dîtin û nema dikarin jê derkevin. Yên tev li lihevkirinan û refên rejîmên bûne, wê di dawiyê de şerê hevalên xwe bike.”

El Siwêd wiha got: “Bingeha bûyerên di vê dawiyê de li Derayê rû dane wiha ye, tesfiyekirina bi guleyên dost bi destê Feyleqê 5`an ku Ehmed El Ewde bi desteka Rûsyayê ava kiriye. Yên hedefgirtî jî, hevalên çekê yên duh in.”

El Siwêd di dawiyê de got: “Ev operasyon ji bo parastina hevsengiya alîgirê Rûsyayê ye. nabe tu guhertin di rêveberiyan de çê bibe, nabe kesek li dijî bendên lihevkirinan derkeve. Şer çêdibin ji bo di bin perdeya DAIŞ`ê de muxalifan bikuje. Rastî ew e ku her du alî di xendeka rejîmê de ne û girêdayî ajandeyên wê ne.”

(mh)

ANHA