Projeya hingaran li Reqayê berfireh dibe

Piştî ku sala borî çandina sebzeyan di hingaran de bi ser ket, Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê îsal dîsa projeya çandina sebzeyan di 13 hingaran de da destpêkirin.

Projeya hingaran li Reqayê berfireh dibe
17 mijdar, 2022   01:50
REQA-EHMED EL ESAF

13 hingar (sera) li 60 donim erdên çandiniyê li bajarokê El Kesrat ê başûrê Reqayê hatine avakirin.

Komîteya Aboriyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê sala borî jî 13 hingar ava kiribûn û tê de gelek cureyên sebzeyan çandibûn.

Li gorî çavdêrê projeyê, piştî ku projeya sala borî bi ser ket, Komîteya Aboriyê îsal dîsa proje da destpêkirin. 

/kr/uploads/files/2022/11/16/193751_.webp

Çavdêrê hingaran Fîras El Hemed got: “Sala borî tecrubeyên me di vî warî de bi pêş ketin. Îsal me dîsa ev proje li başûrê Reqayê da destpêkirin û kêmasiyên sala borî derketine, em derbas dikin.”

El Hemed diyar kir ku wan bacanên sor, xiyar, îsot, bacanên reş û kundir çandine û got: "Em ê berheman bişînin sûkên herêmê, bi vê yekê dê lêçûna anîna wan ji derve li ser welatiyan sivik bibe."

Serketina projeyê, gelek cotkar teşwîq kirin ku projeyên wiha çêkin. Li gorî El Hemed, li rex projeya dest pê kiriye, cotkaran li gundewarnê Reqayê 15 hingar ava kirine. El Hemed diyar kir ku projeya hingaran dê rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin.

Fîras El Hemed destnîşan kir ku dê projeya xwe li herêmê berfirehtir bikin û sala bê dê hejmara hingaran jî zêdetir bikin.

(şx)

ANHA