Çavnebariya Tirkiyê di dewletên Erebî de; paşerojeke reş ku hewl dide xwe vejîne-HÊVÎDAR XALID

Çavnebariya Tirkiyê di dewletên Erebî de; paşerojeke reş ku hewl dide xwe vejîne-HÊVÎDAR XALID
17 mijdar, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku serokê rejîma Tirk Recep Tayyib Erdogan gihaşt desthilatdariya Tirkiyê di 2002’yê de, wî hewl da destê xwe deyne ser herêmê û wê kontrol bike. Ji bo ku bikare dewletên ereb kontrol bike, aloziyên siyasî û aborî yên li wan dewletan bi kar anîn da ku timayên xwe pêk bîne. Ji bo wê, têkiliyên xurt bi partiyên îslama siyasî re ava kirin, desteka madî û lojistîk pêşkêş kir. Tirkiye veguherand stargehek ji bo tevgerên wan partiyan û saziyan mîna Îxwan Muslimîn û gelek rêxistinên din.

Erdogan her tim rewşên aloz ên li dewletên ereb bi kar bîne, firsendan ji dest nede da ku planên xwe di dewletên cîran de pêk bîne. Heta ku vê yekê li ser hesabê gelên wê be. Ji bo wan xeyalên xwe yên di kontrolkirina dewletên ereb de pêk bîne, olê bi kar tîne.

Bi destpêka şoreşa li Sûriyê re, Erdogan firsed dît da ku berjewendî û ajandeyên xwe pêk bîne. Ji bo wê bi hestên gelê Sûriyê lîst û deriyên xwe ji opozîsyonê û gelek komên çekdar û terorîst re vekir. Piştre di pêkanîna planên xwe yên dagirkirinê de li Sûriyê û li gelek dewletên din ên ereb de bi kar anîn. Tirkiye veguherand korîdorek ji rêxistinên terorîst re mîna DAIŞ`ê ku derbasî Sûriyê, Lîbya û gelek dewletên din bibin. Li Sûriyê gelek gund, bajarok û bajar dagir kirin, bi aramanca valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen, bi rêya rêxistinên îxwanî ku di bin perdeya xebatên mirovî kar dikin,  demografiya wê guhert.

Li Iraqê jî, destwerdana Tirkiyê gelek pirsnîşan çêkirin. Nexasim piştî ku lihevkirinên bazirganiyê bi hikumeta Navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê, lihevkirinên ewlehiyê îmze kirin ku hebûna artêşa wê li Iraqê rewa dikin. Gelek caran serdestiya welêt binpê kir. Balafirên wê hema bêje rojane herêmên Başûrê Kurdistanê û Şengalê bombebaran dikin da ku wan dagirker bike. Li hember van êrişan û destwerdana Tirkiyê, Bexda û Erbîl bêdeng in.

Tirkiyê, ji bo pêkanîna planên xwe li Iraqê kaxizên cuda bi kar anîn. Di nav de avakirina bendavan ku bû sedem av kêm bibe. Di encamê de Bexda neçar ma bi Enqerê re danûstandinê bike û li beramber parastina para xwe ya ji avê tawîzan bide Enqerê.

Li Lîbyayê jî, ku dergehê Afrîkayê dibîne, Erdogan bû sedema sereke ya kirîza siyasî û parçebûna welêt ku li ser ewlehiya wê gef e. Erdogan nakokî di navbera hikumetên rojhilat û rojava de derxist piştî ku hêzên wê yên siyasî û leşkerî nêzî lihevkirinê bû ku aloziya welêt û parçebûnê bi dawî bike. Lê destwerdana rasterast a Tirkiyê nehişt ev pêk were û alozî girêtir kir bi rêya leşkerkirina çeteyan û şandina wê ber bi Lîbyayê ve.

Ji ber ku têkiliyeke xurt di navbera Tirkiyê û serokê berê yê hikumeta Wîfaq Fayiz El Serc de û dû wî Ebdulhemîd El Debîbe heye, lihevkirinên aborî, leşkerî û ewlehî îmze kirin. di nav de lihevkirina hevkariyê di qada hewayê de ku dihêle efserên Tirk bibin beşek ji pergala parastina ya hewayê li rojavayê Lîbyayê. Her wiha lihevkirinên aborî û ewlehiyê yên di navbera Erdogan û Ebdulhemîd El Debîbe de rê li pêşiya Eqere vekir ku timayên xwe li Lîbyayê pêk bîne piştî ku kelûpelên xwe hinartin Lîbyayê û qezencên dersînor bi dest xistin.

Di çarçoveya berdewamkirina planên xwe de li parzemîna Afrîkayê Erdogan hewl dide têkiliya xwe bi Cezaîrê re xurttir bike. Nexasim di qada enerjiyê de, bi taybet piştî ku aloziya Ukrayna û Rûsya dest pê kir û bandor li vê qadê kir. Bi wê re Tirkiye dixwaze pêdiviyên xwe ji petrol û gazê dabîn bike û Cezaîrê bikişîne nav rêgeza xwe ku aramiya herêmê têk dibe. Lê helwesta dewletên ereb di lûtkeya erebî ya dawîn de diyar bû.

Çavê Erdogan li Sûdanê bû jî, nexasim piştî di desthilata Umer El Beşîr de, ku pê re gelek lihevkirin pêk anîn. Jê ya herî girîng, lihevkirina têkildarî girava Sewakin ku Erdogan plan dikir di çarçoveya nexşerêya firehbûna Tirkiyê di Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê de baregeheke leşkerî li ser ava bike. Ji wir dixwaze paytextên ereb kontrol bike û pê re împeratoriya xwe ya binkeftî vegerîne. Ji ber ku ev girav di serdema osmaniyan de cihekî girîng bû ji ber ku navenda hêzên wê yên deryayî li Deryayê Sorb û. Ji wê zêdetir, salên di navbera 1821 û 1885`an de bendera wê bû ku tê de navenda hakimê osmanî yê herêma başûrê Deryayê Sor hebû. Lê gelê sûdanî ji lihevkirin û dostaniya di navbera Erdogan û El Beşîr de xurttir bû û nehişt ev planên wî pêk werin.

Gelek raporan destnîşan kir ku Tirkiye ketiye nava artêşa Somaliya bi rêya perwerdekirina leşkerên wê li gorî baweriyeke tirkî. Ew ji vê planê dixwaze hegemoya xwe li Afrîkayê ferz bike. Axaftina serokê rejîma Tirk li ser têkoşîna li dijî terorê li Somaliyayê, ji bo nixumandine destwerdana wê li wir e. Lê gelek dewletên Afrîkayê ji hewldanên Tirkiyê hişyar bûn ku dixwaze seranserî Afrîkayê, Deryaya Sor li gorî ajandeyên îxwanan û bi desteka hêzên hegemonîk ên cîhanê kontrol bike.

Tirkiye desteka aborî û lojistîk ji hevalbendên xwe yên partiyên îxwanan re li Yemenê pêşkêş kir. Bi rêya wê xwest ku bi rêya piştgiriya Partiya Reform a Yemenê û gelek rêbazên din jê şandina hêzên leşkerî bi awayekî veşartî di bin perdeya mirovî da ku alîkariya komên îxwanî li Taz, Mereb û Şebweyê û gelek beşên Ebînê bikin. hegemoya xwe ferz bike..

Belê, Erdogan aloziya gelê Sûriyê, Lîbya û valahiya siyasî ya li Iraqê nemaze piştî gihaştina hikumeta Kazimî ya desthilatê, bi kar anîn. Bi hiceta perwerdekirina hêzên Somaliyayê berê xwe da welêt. Têkiliyên xwe bi serokê berê yê Sûdanê Umer El Beşîr û gelek partiyên îxwanan re mîna Partiya Reformê ya Yemenê re bi pêş xist. Îro jî dema behsa ajande û mudexeleyên derve tê kirin navê Tirkiyê derdikeve pêş ku bû sedema pirsgirêkan û aloziyan li gelek dewletan.  

Bêguman, ji van tevger û planên xwe armanc dike, timayên xwe yên firehkirinê pêk bîne û herêmê kontrol bike. Lê armanca sereke vejandina împeratoriya osmanî ya ku tiştek ji bilî wêranî, kuştin û talankirin û komkujî ji gelên herêmê re neanîn.  Osmanî di 400 salên ku herêmên dagir kiriye de sûcên dermirovî pêk anîn, bi hezaran ereb kuştin, cenazeyên pêşengên wan li kolanan daliqandin, malên wan talan kirin, bi cenazeyên kuştiyên wan lîsti.

Îro, Erdogan hewl dide van komkujiyan dubare bike. Ji ber wê jî divê gelên Ereb li dîroka pêşiyên Erdogan vegerin û fêm bikin ku daxuyaniyên Erdogan ên bi navê olê, tenê ji bo xapandina gelê Ereb e. Divê Ereb li hember siyasetên Erdogan bibin yek û planên wî yên dagirkeriyê têk bibin, divê ew nameyeke wiha ji Erdogan re bişînin; ku dema “fethê” ya pêşniyên wî derbas bû û ew ê li hember Osmaniya nû û siyasetên wê yên talankirin û wêrankirinê bisekinin.

ANHA