Roja 4`an a Mîhrîcana Rojava bi çalakiyên cihereng bi dawî bû

Roja 4`an a Mîhrîcana 8`an a Çand û Hunerê ya Rojava bilidarxistina çalakiyên cuda li Qamişlo bi dawî bû.

Roja 4`an a Mîhrîcana Rojava bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
14 mijdar, 2022   19:13
QAMIŞLO

Bi beşdariya hunermend, wêjevan û hunermendan roja 4`an a Mîhrîcana 8`an a Çand û Hunerê ya Rojava li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava ya Kurdistanê (HRRK) li Qamişlo bi dawî bû.

Di roja 4`an a mîhrîcanê de saet di 11 :00`an de, semînerek bi navnîşan “Asoyên helbesta kurdî ya nûjen” ji aliyê helbestvan Taha Xelîl ve hat dayîn ku balkişand ser helbesta kurdî ya nûjen.  

/ar/uploads/files/2022/11/14/181207_96712886-1b21-4848-8a73-f2eebb20de45.webp

Mîhrîcan heta saet 16:00`an berdewam kir û panelek bi navnîşan “Rastiya wergerê li Rojava û rola wê di dewlemendkirina zimanê kurdî de” li dar ket. Tê de Ciwan Teter, Zozan Berko, Ebas Mûsa tev lê bûn û rola wergerê di dewlemendkirina wêje û nêzîkirina çandan de, nîqaş kir.

Piştî wê Îbrahîm Şihab, Warşek Barevî, Beşîr Mele Newaf, Pêşeroj Cewherî, Ebdulselam Xoce, Kurdiyar Dirêî helbestên kurdî gotin.

Dûre, helbestvan Receb, Samiye Îbrahîm, Merwan Şêxî helbestên erebî gotin.

Di dawiya roja 4`an de, fîlmek bi navnîşan “Heft Meqamê Zagrosê” hate pêşandan ku Berwîz Rustemî yê ji Rojhilatê Kurdistanê derhêneriya wê kiriye. Fîlm, belgefîlm e û li ser jiyana civakî ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Mîhrîcan wê heta 20`ê Mijdarê bi tevlêbûna 134 wêjenvan, nivîskar û hunermendên şêwekaran berdewam bike.

ANHA