Di turnoveya futbolê ya Girkê Legê de tîma Cîhad Dêrik bû şampyon

Tîma Cîhad Dêrik piştî ku li hember tîma Ayid Çilaxa bi ser ket, bû şempyonê turnoveya futbolê ya Girkê Legê ku li stada Vedeng a Girkê Legê li dar ketiye.

Di turnoveya futbolê ya Girkê Legê de tîma Cîhad Dêrik bû şampyon
14 mijdar, 2022   20:05
QAMIŞLO

Bi beşdariya rêveberên Yekitiya Werzîşê, şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa, turnoveya futbolê ya Girkê Legê bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2022/11/14/194910_2022-11-14-girke-lestike-goge-28229.webp

52 tîmên futbolê ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo tev li turnoveyê bûn ku beriya 2 mehan li stada Vedeng a Girkê Legê dest pê kiriye.

Îro maça dawî di navbera tîma Cîhad Dêrik û Ayid Çilaxa de li dar ket ku bi serketina tîma Cîhad Dêrik bi dawî bû.

Bi vê serkeftinê Cîhad Dêrik bû şempyonê turnoveyê.

ANHA