​​​​​​​Ferînaz Etiyê: Divê gelê Ereb piştgiriyeke mezin bide Kurdan

Lêkolîner û mamosteya zanistên siyasî ya ji Misirê Dr. Ferînaz Etiyê bang li gelê Ereb kir ku di têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a faşîst de piştgiriyeke mezintir bide gelê Kurd.

​​​​​​​Ferînaz Etiyê: Divê gelê Ereb piştgiriyeke mezin bide Kurdan
15 mijdar, 2022   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolîner û mamosteya zanistên siyasî ya ji Misirê Dr. Ferînaz Etiyê li ser êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANHAʹyê re axivî.

Ferînaz Etiyê bang li gelê Ereb kir ku piştgiriyeke xurt bide doza gelê Kurd û got, divê gelê Ereb roleke mezintir di nasandina pirsgirêka kurdî de bilîze û piştgiriya wê bike.

Ferînaz Etiyê destnîşan kir ku ji bo fêmkirina pirsgirêka kurdî û rawestandina kiryarên dewleta Tirk  tevkarî di navbera navendên lêkolîn û ronakbîran de heye. Her wiha banga hevgirtinê li gelên Ereb û Kurd kir û got:"Armancên hevbeş di navbera herdu gelan de hene. Ya sereke û girîng sekna li hemberî dagirkerî û zêdegaviyên Tirkiyê li herêmê ye."

ARMANCA TIRKIYÊ QIRKIRIN E

Lêkolînera misirî anî ziman ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina herêmê ye, lê qirkirina gelê Kurd û tunekirina doza kurdî bi temamî ye, her wiha tunekirina her kurdekî ku banag mafê xwe dike.

Dr. Ferînaz Etiyê bi domdarî got: "Tirkiyê Kurdan wekî xetereyekê li ser statuya xwe ya dagirkeriyê dibîne. Ev ne cara yekemîn e ku kîmyewî bi kar tîne. Di salên 2018 û 2019ʹan de jî di êrişên xwe yên li ser Sûriyê de çekên kîmyewî bi kar anîn û gelek komkujî pêk anîn."

Ferînaz Etiyê  bal kişand ser xetereya mezin a bikaranîna kîmyewî li ser mirov û xwezayê û got: "Xetere mayînde ye, ne demkî ye. Di encamê de rêjeya mirinê ya bi lez bilind dibe û ziyaneke mezin dighêje jîngehê, ax, av, hewa û xwarinê."

Dr. Ferînaz Etiyê îşaret bi aliyê dîrokî yê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nabe mijara axaftina li ser qirkirina Kurdan wekî axaftineke ji rêzê were destgirtin. Beriya niha Tirkiyê Kurd ji gundên wan koçber kirin, gundên wan wêran kirin û komkujiyên bi armanca qirkirinê li dijî wan pêk anîn."

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ PLANKIRÎ YE

Lêkolîner Dr. Ferînaz Etiyê di dawiya axaftina xwe anî ziman ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên Tirkiyê plankirî ye û got: "Em bala xwe bidin helwesta navneteweyî, tu kes tevnagere. Hin alî tenê şeremzar dikin. Ev hemû girêdayî hevsengiyên navneteweyî. Her tim cîhan bi rengekî plankirî çavê xwe li sûcên li dijî Kurdan digire."

ANHA