Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan

Di salvegera 7'emîn a rizgarkirina Şengalê de fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan.

Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan
Fîlmê `Nameyên ji Şengalê` li Qamişlo hat pêşandan
13 mijdar, 2022   18:25
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê, bi beşdariya bi dehan şêniyan, fîlmê “Nameyên ji Şengalê” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate pêşandan. Fîlmê “Nameyên ji Şengalê” cara yekê li Rojava tê pêşandan.

Film ji aliyê Komîna Rojava û Produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin û Dêrsim Zêravan derhêneriya wê kiriye.Fîlm balê dikişine ser êş û azarên ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê de li Şengalê hatine jiyîn, rizgarkirina xelkên Şengalê û berxwedana şervanan.

Li gorî berpirsên fîlmê, xebatên kişandina fîlm li Şengalê hatine meşandin û sala 2019`an bi dawî bûne. Fîlm di Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya li Londonê hatiye lidarxistin, hatiye pêşandan.

Derhênerê fîlm Dersim Zêrevan wiha axivî: “Em vê xebata xwe diyarî wan şehîdan dikin ku ji bo azadiya Şengalê têkoşîneke mezin nîşan dane û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Fîlm ji 6 beşan pêk tê ku di her beşekê de nameyek nîşan dide û dê sibe beşa duyem li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo were pêşandan.

ANHA