'Dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyê li herêmê derxîne'

Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan, koçberkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guhertina demografiya herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

'Dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyê li herêmê derxîne'
14 mijdar, 2022   04:30
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de, dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazan bi kar tîne û êrişên xwe yên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

/kr/uploads/files/2022/11/13/190026_-.webp

Têkildarî mijarê, serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê Samir El Şemerî ji ajansa me re wiha axivî: "Ji bo koçberkirina gelê van herêman û guhertina demografiyê, dagirkeriya Tirk hîn jî êrişên xwe li dijî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne."

Samir daxuyand ku rêbazên şer ên ku dewleta Tirk bi kar tîne gelek in û wiha lê zêde kir: "Yek ji wan rêbazan şerê avê ye, ku ava çemê Firatê kêm dike û ava stasyona Elok qut dike. Her wiha ji bo birçîkirina gel û şikandina îradeya wî, dorpêçê li ser herêmê ferz dike."

El Şemerî di dawiya axaftina xwe de got: "Em dibînin ku dagirkeriya Tirk pêwendiyan bi dijminê duh anku rejîma Sûriyê re datîne û hewl dide têkiliyên xwe bi wê re xurt bike. Ev yek ji bo gelek armancan e, ya yekem jiholêrakirina projeya Rêveberiya Xweser e."

/kr/uploads/files/2022/11/13/190050_-_1.webp

Serokê Nivîsgeha Meclisa Sûriya Pêşerojê a gundewarê rojavayê Dêrazorê Ela El Seîd jî wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji her operasyoneke leşkerî, daxuyanî ya jî êrişekê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û derxistina fitneyê di navbera gelê herêmê de ye."

El Seîd wiha pê de çû: "Hemû hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo bidestxistina kartên zêdetir e, da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike ji bo ku tawîzan bide. Her wiha ji bo ku gelê Sûriyê parçe bike û projeya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe."

Samir El Seîd di dawiya axaftina xwe de ev yek tekez kir: "Wekî Partiya Sûriya Pêşerojê em van rêbazên xapînok ên rejîma Tirk û rejîma Sûriyê ku pê gelê Sûriyê dixapînin, şermezar dikin."

(hs)

ANHA