​​​​​​​Li Beyrûtê qurbaniyên Komkujiya Sînema Amûdê hatin bibîranîn

Weqfa Newroz a Çandî û Civakî li paytexta Lubnanê Beyrûtê panelek ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Sînema Amûdê di salvegera 62′yan de li dar xist.

​​​​​​​Li Beyrûtê qurbaniyên Komkujiya Sînema Amûdê hatin bibîranîn
13 mijdar, 2022   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan welatî tev li panelê bûn, di panelê serokê Weqfa Newroz a Çandî û Civakî Cemal Hesen axivî. Hesen behsa komkujiya şewata Sînema Amûdê ku di 13′yê Mijdara 1960′î de pêk hat kir ku di encamê de zêdetirî 200 zarok bûn qurban.

/ar/uploads/files/2022/11/13/143419_143242_20221113_142426.webp

Hesen qurbanî bi bîr anîn û behsa komkujiyên ku dagirker li dijî welatiyên gelê Kurd li tevahî parçeyên Kuridstanê pêk tîne, kir, bi taybet komkujiyên dagirkeriya Tirk pêk tîne û tê de çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.

Hesen li dawiyê da zanîn ku divê têkoşîna li dijî van komkujiyan were bilindkirin û sûcên dewleta Tirk ji raya giştî re werin eşkerekirin.