Li Silêmaniyê çilrojiya Nagîhan Akarsel

Li Silêmaniyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel a li ber deriyê mala xwe ku hatî qetilkirin di çilrojiya şahadeta xwe de hate bîranîn.

Li Silêmaniyê çilrojiya Nagîhan Akarsel
12 mijdar, 2022   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hola Telarî Hunerî ya Silêmaniyê bi pêşengiya jinên Başûrê Kurdistanê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe hatî qetilkirin di çilrojiya şahadeta xwe de hate bîranîn. Gelek jinên aktîvîst, siyasetmedar û endamên rêxistinan tevlî merasîmê bûn.

Di serî de Berdevka Însyatîfa ‘Jinan ji Dagirkeriyê Diparêzin’ Şoxan Mîrza axivî û got: “Daxwazê ji jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku xebata Nagîhan Akarsel berfireh bikin û bi ruhê û enerjiya wê li hemberî şîdeta li ser jin û civakê heye derkevin. Li hemberî terorê derkevin. Bi îradeya jin û yekgirtin xwe biparêzin. Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku nehêle xwîna azadîxwazn vala biçe. Rê nede van karê terorî berdewam bike.”

Her wiha endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî jî axivî û diyar kir ku êrişa li dijî Akarselê pêk hatî êrişekî nemerdane bû û got: “Em li ber terorekê de ne ku wijdana mirovahiyê hejand. Ji ber ku ev qetilkirin, di demekê de hate kirin ku banga, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê deng dida. Divê qetilkirina Akarsel dawî li belavbûna jinan bîne. Hewl bidin bikin hêza îrade û xwerêxistinkirin, xweparastin û guhertina bingehîn.”

Piştre Sekreta Yekitiya Jinên Kurdistanê Kefiye Silêman wiha axivî: “Nagîhan Akarsel xwedî bi destek tarî ji berî 40 rojan hate qetilkirin. Em ji van tarîgeran re dibêjin, li şûna gulekê, sedan gulan, li şûna jinekê, hezaran jin wê bi cih bigirin. Karwanê xebat û azadiyê berdewam be û naraeste.

Di berdewama merasîmê de mûm hatin pêxistin û li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Akarsel sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

Nagihan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jinek lêkolîner, arşîvan û rojnamevan bû. Di sala 1976’an de li gundê Xêlîkan a ser bi bajaroka Gulyazî ya girêdayî bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayî jiyana xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand. Roja 4’yê Cotmeha 2022’yan di encama êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdxistin.

Tevî ku Asayîşa Silêmaniyê piştî êrişê ragihand ku bikuj hatine girtin, lê heta niha li ser nasnameya wan û çawaniya bûyerê ti daxuyanî nedane.