​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdogan plan dike çeteyan di bin fermana "El Nusrayê" de bike yek

Di raporan de hate gotin dagirkeriya Tirk hewl dide hemû çeteyên sûrî li bakurê Sûriyê bixe bin kontrola çeteyên "Cebhet El Nusra", di heman demê de di civîna avhewayê 27 de tenê soz hatin dayîn.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Erdogan plan dike çeteyan di bin fermana "El Nusrayê" de bike yek
13 mijdar, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî hefteya borî behsa rewşa li herêmên Sûriyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, civîna avhewayê û hilbijartinên serokê Lubnanê kir.

′TIRKIYÊ JI KOMÊN XWE RE: JI BO KU BI EL COLANÎ RE BIBIN YEK XWE AMADE BIKIN’

Der rewşa Sûriyê de rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivisî: “Li gel zextên zêde yên li ser Enqereyê yên j ber zêdegaviyên komên di lîsteyên terorê yên cîhanê de, beriya çend rojan, Tirkiye gazî serçeteyên komên li gundewarê Helebê kir û ew bi hêvî kir ku planên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) têk bibe, nexweşrê weke berê vegerîne.

Piştî 3 hefteyan li ser firehbûna qada hegemonyaya HTŞ`ê li gundewarên Helebê, ji bo ku saziyên Ebû Mihemed El Colanî rewşê kontrol bikin, Tirkiyê gazî komên çeteyan kir û bi wan re civiya.

Di civîna dawî ya li Dîlokê ya roja pêncşemê de, heke bi rêbaz be yan jî dema wê ya kurt be an jî encamên wê ji bo koman şokek bû. Berpirsê ewlehiya Tirk Ebû Seîd ê ji bo koordîneyê bi komên sûrî re hatiye erkdarkirin, li gel komeke efseran bilez derbasî civînê bû û bi zimanekî hişk ferman da û gef li koman xwar ku hewl didin peywendiyan bi aliyên derve re deynin. Wî bi vê gotina xwe behsa hewldana `Cebhe El Şamiye` kir ku hewl dide projeyeke `îslamî` mîna ya HTŞ`ê bi desteka Amerîkayê û bêyî koordîneya Enqereyê pêk bîne.

Berpirsê ewlehiya Tirk qebûl nekir gotineke fermandarekî koman guhdar bike, gelek tedbîr ku divê fermandarên koman bi cih bînin, diyar dikin. Ji wan tedbîran, li projeya yekkirina wan a ku Tirkiyê ji zêdetirî 5 salan ve daniye vegerin, her wiha rewşa parçebûna heyî bi dawî bikin, rêveberiya aborî bikin yek da ku barên diravî yên ku dikevin ser Enqereyê sivik bibin. Li gorî van tedbîran Enqere sûdê ji jêderên fînansekirina komên çekdar bigire (rêvebirina dergehan û hwd). Ji tedbîrên din ku berpirsê ewlehiya Tirk daye fermandarên komên çekdar; hemû şaxên ewlehiyê yên girêdayî koman werin hilweşandin, girtîgeh werin valakirin û ji bo rêvebirineke çekdarî ya yekbûyî ku rasterast girêdayî Tirkiyê be û fermanên xwe ji wir bigirin, sazûmaniyeke nû pêk bînin.

Di axaftinekê de ku zêdetirî 40 deqeyan dewam nekir (berevajî parvekirinên çapemeniya Tirkiyê ku îdia kirin ku civîn 4 saetan dewam kir) bal kişandin ser mekanîzmaya ku divê ji bo derxistina Heyet Tehrîr El Şam ji Efrînê yan jî rêbaza ku dê vê projeyê pê bi rê ve bibin."

ŞAHIYA LÛTKEYA AVHEWAYÊ: KARESATA BÊ ALÎKARÎ Û SOZÊN BÊ PÊKANÎN

Lûtkeya Avhewayî jî bû manşeta rojnameya El Ereb. Rojnameyê li ser vê yekê wiha nivîsî: "Ne dûrî e ku Lûtkeya Avhewayî (Cop 27) ya ku li Şerm El Şêx hatibû lidarxistin, nîqaşên li ser mijara ʹgelo wê dewletên dewlemend tawîzan bidin dewletên xizan ên ku zêdetir ji ber encamên guhertina avheweyî bandor bîne, bide?ʹ bi dawî bike. Lê pêkanîna sozan mijareke din dimîne.

Li gel zextên li ser aboriya dewletên dewlemend, dê kongreya Şerem El Şêx diyardeya bicihneanîne sozan vegerîne. Ev yek dibe şahiyeke din a sozdayînê ye. Lê karesatên avhewayê zêdetir dibe. Li gorî texmînên zanyarên avheweyî, mirov bi rastî ji pêkanîna sozên xwe yên li hemberî dewletên xizan dûr ketine, ji wê zêdetir sozên xwe yên taybet bi avheweyî bi cih nanîn.

Dewletên dewlemend di sala 2009’an de li Kopenhagê soz dabûn ku salane 100 mîlyar dolar alîkarî bidin, lê bi cih neanîn. Soz heta "Cop 26" li Glasgow (Skotland) hatin dubarekirin, lê mîqdara ku bi rastî hatî peydakirin bi qasî 21 mîlyar dolar kêmtir bû, tevî ku nirxê soza bingehîn ji zirara ku qewimî kêmtir bû.

Beriya wê jî Yekitiya Ewropa (sêyemîn mezintirîn sedema gemarê li cîhanê) di COP 26 de soz dabû ku di sala 2023ʹan de dê dest bi kêmkirina vê pirsigrêkê bike lê, şerê li Ukraynayê ev hesab veguherand.

Her wiha dewletên wekî Almanya, Dewletên Yekbûyî yên Ameîrka, Kanada, Brîtanya û Fransa soz dane ku heta dawiya sala 2022ʹyan finanseyên giştî ji bo projeyên sotemeniya fosîl ên li derveyî herêmên xwe rawestînin, lê şer jî hesabên wan xirab kir.ʹʹ

Di beşeke din a nivîskê de tê gotin ku DYA û Yektiya Ewropayê niha qebûl kirine ku alîkariyan pêşkêş bikin, lê naxwazin pabendiyên diyarker bidin. Lê ji Çînê ya ku duyemîn sedema qirêjê ye û Rûsya ya ku piştî Yekitiya Ewropayê sedema 4 ʹemîn a qirêjê ye dixwazin ku heman alîkariyan pêşkêş bikin, lê ev yek dûrî pêkanînê ye.

Her wiha tê gotin " Di nava hemû nîqaşên ku divê kî û çi bide? Sendoqa Alîkaryê dê nîqaşan bidomîne ka kî alîkariyê werdigire? û ji bo kê? An jî bikaranîna mumkin a alîkariyê çi ne? Gelo karê alîkariyê, an ji bo xebata ku rê li ber rûdana felaketan digire, an ji bo kêmkirina xetereyên wê bes e?

Metirsî hene ku binkeftinên sala borî dûbare bibin. Nemaze li gel zextên aborî yên li ser dewletên dewlemend ku di encamê de fatoriyên enerjiyê bilind bine û barê enflasyonê girantir dibe û sedemên wekî din jî hene.ʹʹ

‘HILBIJARTINA SEROKKOMARÊ LUBNANÊ; DIRÊJKIRINA ŞANOYA ASTENGKIRINÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Tê payîn ku parlamentoya Lubnanê di civîna xwe ya 5`emîn de ku îro ji bo hilbijartina serokkomar tê lidarxistin, şanoya astengkirina hilbijartina wî dirêjtir bike.

Xitimîna asoyan li pêşiya hilbijartina serkokî nû û şert û mercên navneteweyî, tunebûna têkiliyan di navbera hêzên mezin ên Lubnanê de nahêlin ew li ser serokekî li hev bikin.

Çavkaniyekî ji opozîsyonê Hizbullah tawanbar kir ku ne hazir e serokkomar hilbijêre û civînên parlamentoyê asteng dike da ku rê li pêşiya hevalbendê xwe Îranê veke ji bo ku şertên xwe di dosyayên têkildar de bi pêş bixe heta bigihêje destpêkirina dan û standinan di dosyaya nukleerî de.”