Heta niha li Rojhilat û Îranê de 326 kes hatine qetilkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku di nava 54 rojên raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 326 kes hatine qetilkirin.

Heta niha li Rojhilat û Îranê de 326 kes hatine qetilkirin
12 mijdar, 2022   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperîna bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” di bin pêşengiya jinan de li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî hatî destpêkirin berdewwam dike.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya xwe ya nû eşkere kir û diyar kir ku di nava 54 rojên raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 326 kes hatine qetilkirin. Ji vane herî kêm 43 kes temenê wan ji jêr 18 saliyê de ne û 9 jinin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê careke din bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya welatiyên sivîl bigire.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku  heta niha karîne agahiyên li 22 parêzgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tomar bikin. Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya herî giran, li parêzgehên Sîstam Beluçistan, Tehran, Mazenderan, Sine û Gîlan e û wiha tê gotin: “Li gorî nûçeyên medya fermî hatine parveirin, heta niha gelek kesên di nerazîbûnan de hatine binçavirin, bi ‘têkdana ewlehiyê’ û ‘gendeliyê’ hatine sûcdarkirin. Dibe ku ev yek bibe sedema derxistina biryara darvekirinê.”