Qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Amûdê ya Qamişlo salvegera 62'yan a komkujiya Sînema Amûdê li Parka Şehîdên Sînemayê bi bîr anîn.

Qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn
Qurbaniyên Komkujiya Sînemeya Amûdê hatin bibîranîn
12 mijdar, 2022   15:28
QAMIŞLO

Di 13′yê Mijdara 1960′î de li Sînemayê Amûdê komkujiyeke çêbû, di encamê de zêdetirî 280 zarok bûn qurban. Sibe salvegera 62′yan a komkujiyê ye.

Şêniyên Amûdê her sal qurbaniyên komkujiya ku li şûna wê parkek bi navê Parka Şehîdan Sînema hate avakirin, bi bîr tînin.

Bi dehan şênî, zarokên navçeyê û nûnerên saziyan li Parka Şehîdên Sînemayê ya li naverasta navçeyê kom bûn û komkujî bi bîr anîn.

Merasîm ji aliyê meclisa navçeya Amûdê û Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Komîteya Şilêr a Zarokan ve hat orgenîzkirin. Di merasîmê de endama Komîteya Şilêr Sîlva Şêxmos daxuyanî  xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin divê sûcdar û plangerên komkujiyê werin cezakirin, divê komkujî û qirkirinên li dijî zarokan werin bidawîkirin, ji ber ew pêşeroja gelan in. qetilkirina wan mîna qirkirina gelan e û ji bo pêşeroja azad û ronak divê zarokatî were parastin.

/ar/uploads/files/2022/11/12/131108_slyman-shykhw-28129.webp

Hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê Silêman Şêxo hemû şehîdên komkujiyê û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku komkujiya Amûdê ku di encama wê de 283 şehîd bûbûn, yek ji komkujiyên rejîmên faşîst li dijî gelê Kurd pêk anîne, mîna komkujiya Koçkirî, Geliyê Zîlan û Helebce.

Silêman Şêxo wiha domand: "Di vê sedsalê de Amûdê di du komkujiyan re derbas bû, ya yekê bi destê Fransa di 1937′an de bû û ya din jî bi destê desthilatên Yekitiya Sûriyê-Misirê ku 283 şehîd çêbûn. Lê heta niha 62 sal di ser komkujiyê re derbas bû û sûcdar nehatin hesabkirin."

Şêxo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku rejimên faşist heta niha hewl didin gelê kurd û gelên herêmê tune bikin. Dewleta Tirk komkujiyan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojava û tevahî deverên li Kurdistanê dewam dike. Her wiha armanc ji plan û êrişên wan ew e ku vîna gelan bişikîne û projeya wan a demokrat têk bibe, ji ber vê yekê jî divê ew li hember van komkujiyan li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî tev bigerin.

/ar/uploads/files/2022/11/12/131047_arshk-brafy.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Arşek Berafî destnîşan kir ku wan bi rêya van komkujiyan hewl da ku gelê Kurd tune bikin, lê ew bi ser neketin. Her wiha niha di êrişên li dijî şoreşa Rojava jî û êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de têk çûn.

(dm)

ANHA