​​​​​​​HPC-Jin amadekariya lidarxistina konferanseke giştî dike

Ji bo lidarxistina konferanseke giştî 150 endamên HPC-Jin a herêma Firatê beşdarî civîna salane bûn.

​​​​​​​HPC-Jin amadekariya lidarxistina konferanseke giştî dike
12 mijdar, 2022   14:46
KOBANÊ

HPC-Jin a herêma Firatê civîna xwe ya salane ji bo amadekariya lidarxistina konferanseke giştî bi diruşma "Di xeta Sara Rûkenan de îsrarkirin misogeriya serkeftinê ye" bi beşdariya bi dehan endaman li dar xist.

Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Sirîn bi beşdariya 150 endaman hate lidarxistin.

Di civînê de endamên rêveber ên HPC-Jin ên Tebqa, Minbic, Reqa, Kobanê, Eyn Îsa, Sirîn, Curniyê û Mehmûdlî amade bûn.

Endama Koordînasyona Giştî ya HPC-Jin Berfîn Efrîn axaftina destpêka civînê kir û tê de îşaret bi pêwîstiya bilindkirina asta amadekarî û xebatên rêxistinî ji bo asta ku li gorî qonaxa hestiyar a heyî pêk were ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya herêmê tê re derbas dibe."

Berfînê wiha domand: "Divê xebata me li gorî soza ku me daye şehîdên xwe be û em tola xwe hilgirin, divê em bêtir li gorî rexne û rexnegiriyê bixebitin û di çarçoveya xebata rêxistinî ya cidî ya ku em dikin de bi xwe re zelaltir bin, ji bo ku gel bi pêş bixin."

Dûre perspektîfên rêber Ocalan li ser rewşa heyî ya li herêmê hate xwendin, paşê rapora salane ya HPC-Jin a herêma Firatê hate xwendin.

(fr)

ANHA