3′yemîn Kongreya Tevgera Hîlala Zêrîn bi dawî bû

Bi diruşma "Bi çanda şoreşa jina, jiyana azad û şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin" Tevgera Hîlala Zêrîn kongreya xwe ya 3′yemîn li Tebqayê li hola Şehîd Musena Ebdulkerîm li dar xist.

3′yemîn Kongreya Tevgera Hîlala Zêrîn bi dawî bû
12 mijdar, 2022   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di kongreyê, endamên tevgerê, endamên Kongra Star, komîteya perwerdê, Kombûna Jinan a Zenbûiya, komîteya ragihandinê, desteya çandê, mêvanên ji saziyên sivîl ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Kongre bi xêrhatina mêvanan dest pê kir, dûre şandeyên beşdar axivîn.

Paşê sînevîzyonek li ser axaftina rêber Abdullah Ocalan a li ser huner, pêşxistina wê, çandan, çawaniya dan û standina bi çand û hunerê û çawaniya çarekirina pirsgirêkên ku rewşenbîr û huner tê re derbas dibin û rêbaza dan û standina bi hemû çandan re hate pêşandan.

Xebatên kongreyê du rojan dewam kir, tê de rewşên siyasî û rêxistinî, xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn, rewşa jinan û çanda jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi dirêjahiya du salên borî û xwendina rêziknameyê hebûn.

Piştî nîqaş, pêşkêşkirina nêrîn û pêşniyaran gelek encamên girîng derketin, ji wan jî; berpirsiyariya yekemîn a li ser Tevgera Hîlala Zêrîn fikrên rêber Apo di metoda wê, kesayeta wê, belavkirina wê de û gelan bigihînin çand, wêje û hunerê werin kûrkirin. Beş û komîteyên çand û hunerê yên Tevgera Hîlala Zêrîn ên têkoşîna ji bo azadiya rêber Ocalan dozeke bingehîn e. Tevgera Hîlala Zêrîn modela demokrasiyê, ekolojiyê, azadiya jinan di metoda xwe ya çand û hunerê de geş dike. Divê tevger têkoşîna xwe li dijî fikrên modernîteya kapîtalîzmê, parastina nirxên çandên gelan bi rihê welatparêzî û parastina nirxên şoreşê xurt bike. Tevgerê rola pêşeng ji bo geşkirina beşdariya hemû pêkhateyan di saziyên çand û hunerê de girt ser xwe. Beşên taybet di dibistanan de vekir, meteryalên guncaw amade kirin. Panel û semînerên çandî û hunerî bi rêxistin kirin. Dewreyên akademî yên fikrî bi navê şehîd Delîla vekirin.

Li dawiyê, ji bo Meclisa Tevgera Hîlala Zêrîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Koordînasyona Şehba, Efrîn, Heleb, Kobanê û Qamişloyê 12 endam hatin hilbijartin.

(fr)

ANHA