Cenazeyê şehîd Nêçîrvan Hibo bi merasîmekê hat veşartin

Bi tevlêbûna bi sedan kesî, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêçîrvan Mihemed Tahir Hibo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Nêçîrvan Hibo bi merasîmekê hat veşartin
11 mijdar, 2022   13:21
QAMIŞLO

Bi sedan kesî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêçîrvan Mihemed Tahir Hibo yê ku 31ʹê Cotmeha borî dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo spartin axê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ebdulkerîm Ebdurehman axivî.

Ebdulkerîm Ebdurehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Ev şoreşa ku bi berdêlên hatine dayîn ji tevahî cîhanê re bûye mînak. Tevahî şoreşên ku li cîhanê rabûne karibûn guhertineke biçûk pêk bînin, lê şoreşa Rojava guhertineke dîrokî di rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn de çêkir. Ji ber vê yekê dewletên kapîtalîst hewl didin têk bibin."

Ebdurehman di dawiyê de got: "Em ê bi ser bikevin ji ber ku em aşiqên azadiyê ne."

Hevserokê Meclisa PYDʹê ya bajarê Qamişlo Mesûd Dawud jî bal kişand ser fedekariyên şehîd Nêçîrovan û bang li şêniyan kir ku xeta şehîdan bişopînin.

Mesûd Dawud her wiha got: "Dijmin siyasetên qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, ji ber vê yekê divê em li ber xwe bidin û li hemberî planên wan bisekinin. Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne."

Dawud bal kişand ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku êrişên kîmyewî lawazbûna dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan îsbat dike.

Hevserokê Meclisa PYDʹê ya bajarê Qamişlo di dawiya axaftina xwe de got: "Berxwedan wê li hemberî hemû planên dijmin bi ser bikeve. Gelê ku ji mirinê jiyan afirandiye, heger tevahî cîhanê li hemberê bibe yek jî bi bin nakeve."

Birayê şehîd Nêçîvan, Hemîd Hibo jî anî ziman ku ew di oxira parastina destkeftiyên şoreşê de amade ne berdêlên giranbuha bidin.

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nav dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA