Şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîma xiyabî ya Xalid Temê bûn

Bi sedan şêniyên Qamişlo beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Xalid Temê (Sîpan Karakoçan) bûn ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîma xiyabî ya Xalid Temê bûn
11 mijdar, 2022   12:45
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Qamişlo; Girkê Legê, Til Hemîs û Tirbespiyê, nûnerên ji partiyan, saziyên civaka sivîl berê xwe da gundê Digrê yê li rojhilatê Tirbespiyê da ku beşdarî merasîm şehîd Xalid Temê bibin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbsepiyê Nûredîn Şakir axivî û pesna berxwedana hêzên gerîla li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da. Her wiha bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk û sûcên wê rexne kir.

Li aliyekî din, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD′ê ya Qamişloyê Mihemed Zêdan îşaret bi têkiliyên di navbera pêkhateyan û rola wan di bersivdana êrişên dagirkeran de kir û soz da ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin, ewlehî û îstîqrara li herêmê pêk bînin.

Endamê rêveber ê Meclisa navçeya Girkê Legê jî Fûad Sedî bang kir ku têkoşînê bilind bikin û ji bo pêkanîna azadiyê li ber xwe bidin.

Her wiha endama rêveber a Kongra Star a Tirbespiyê Asya Cuma wiha got: "Dagirkeriya Tirk piştî di aliyên leşkerî û siyasî li Sûriyê û Iraqê de bi bin ket li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne."

Apê şehîd Xalif Temê, Fener Temê jî wiha got: "Em ê berxwedanê dewam bikin, bi têkoşînê ve girêdayî bin û heta serkeftinê li ser rêça şehîdan bin."

Li dawiyê jî wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA