​​​​​​​Kurtejiyana Şêx Himêdî Deham El Hadî

Şêx Himêdî Deham El Hadî yek ji kesayetî qebîltî yên navdar ên li Sûriyê ye. Şêx Himêdî Deham El Hadî di parastina têkiliyên civakî û biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê de xwedî kedeke mezin û girîng e.

​​​​​​​Kurtejiyana Şêx Himêdî Deham El Hadî
11 mijdar, 2022   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêx Himêdî Deham El Hadî sala 1936ʹan li gundê Til Elo yê girêdayî katona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji dayik bûye û yek ji şêxên qebîleya Şemer li Sûriyê ye.

Bi damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê re di sala 2014ʹan de, Şêx Himêdî Deham El Hadî erka hevserokatiya herêmê girt.

Qebîleya Şemer roleke girîng di pêngavên li djiî çeteyên DAIŞʹê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de list.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, bi taybet piştî ku çeteyên DAIŞʹê êrişê herêmên başûr ên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa kirin, Şêx Himêdî Deham El Hadî hêzeke leşkerî bi navê "Senadîd" ava kir. Ev hêz di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ye ya ku sala 2015ʹan hat avakirin.

Hêzên Senadîd di rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞʹê di sala 2014ʹan de kedeke bêhempa nîşan da.

Têkiliyên qebîleya Şemer bi Kurdên Sûriyê û Iraq û pêkhateyên din ên herêmê, bi taybet Êzidî, Suryan û Ermen re xurt in. Ji gotinênnavdar ên vê qebîleyeke "Em û Kurd di xweşî û xemgîniyê de hevpar bin. Di navbera me şerên dîrokî yên hevbeş hene. Ereb +Kurd= Serkeftin" û "Em, Kurd, Xiristiyan û Êzidî xwişk û birayên axê ne".

Şêx Himêdî Deham El Hadî yek ji kesayetên civakî yên navdar li herêma Cizîrê, Sûriyê bi giştî û Iraqê ye. Urf û edaletên qebîtî yên herêmê parast û serdana gelek welatên Ereban wekî Yemen, Erebistana Siûdî û Îmaratê kir.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, şêx Himêdî Deham El Hadîn roleke xurt di xurtkirina têkiliyên civakî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anî.

Şêx Himêdî Deham El Hadîn duh pêncşemê di temenê xwe yê 86 salî de li Başûrê Kurdistanê wefat kir.

ANHA